Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî
- çand û huner
- 10:51 23/3/2018
Koverek li weşangeriya kurdî zêde bû. Li gel astengiyên li pêş weşangerî û zimanê kurdî jî Kovara Dilop roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Reşo Ronahî yê nûnerê Kovara Dilop ê Amedê diyar kir ku ew ji bo wêje û çanda kurd dewlemendir bikin dest bi weşanê kirine û got: “Em jî dixwazin li deryaya weşangeriya kurdî bibin dilopek.”