Şoreşgerekî dilovan: Reşo
- çand û huner
- 09:02 29/2
Pirtûka bi navê “Şoreşgerekî dilovan - Reşo (Reşo: Yüreği Şefkat Dolu Bir Devrimci)” ku Gulistan Al a girtî ji bo birayê xwe Şiyar Al ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da nivîsî ye derket.
Pirtûka bi navê “Şoreşgerekî dilovan - Reşo (Reşo: Yüreği Şefkat Dolu Bir Devrimci)” ku Gulistan Al a girtî ji bo birayê xwe Şiyar Al ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da nivîsî ye derket.
Muzîkjenê kurd Bîrhat Kurdî ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana bi navê ‘DEM a me ye’ ku gotin û muzîk aydê wî ne derxist.
Bernameya "Çalakiyên Hunerî" ya ku organîzasyona wê ji aliyê KADÊS’ê ve hat kirin û ji aliyê Şaredariya Silopiyayê vê hatiye kirin, rastî eleqeyeke mezin hat.
Kovara Jînê di hefteya 52’yan de bi manşeta “Ji nûnertiya wekhev û hevserokatiyê tawîz tune ye!” derket.
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Sêrtê panel hat lidarxistin. Di panelê de wiha hat gotin: "Dewlet polîtîkayên bişaftinê bi plansazî dike lê tu plansaziya me ya li dijî vê yekê nîne. Ziman agirê giyanê neteweyan e û heke bitefe netew jî têk diçin.”
Weşanxaneya Aramê 4 pirtûkên dîrok, roman û lêkolînê çap kir û gihiştin ber destê xwîneran.
Hunermend Kasim Taşdogan ku ji ber stranên kurdî doz lê hatiye vekirin, bertek nîşanî qedexeyên li ser kurdî da û got: “Gelo mirov dikare ji çivîkê re bibêje 'çima tu bi vî zimanî diwîtî, bi zimanekî din biwîte?' Lê ji me re dibêjin 'Bi zimanê xwe nestrên.'"
Li Şaredariya Silopiyayê HDP dê di çarçoveya bernameya "Çalakiyên Hunerî" de çalakiyên çand û hunerî li dar bixe.
Şanoya Bajêr a Amedê, bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir.
Metîn Kahraman ê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de qonsera wan hatiye qedexekirin got: “Di Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de, konsera me, ku em bi kirmanckî stranan dibêjin, hate qedexekirin. Em ê bi pişgiriya Baroya Rihayê û Egîtîm Senê dozê vekin.”
Weşanên Aryenê yek jê kurdî bi 4 pirtûkên nû derkete pêşberî xwînêran.
Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê vekir. Hevserokê PEN a Kurd Omer Fîdan ku beşdarî vekirinê bû got: “Kurd zimanê xwe wekî nasname û hebûna xwe dibînin. Ji ber ku ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye di heman demê de wateya aştî, diyalog û yekîtiyê ye jî.”
Li Rihayê panela "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê" hat lidarxistin. Di panelê de hat diyarkirin ku pêdiviya kurdan bi polîtîka û plansaziyeke ziman heye û wiha hat gotin: "Ziman biçe em ê jî biçin."
Li Amedê di meşa bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de peyama "dem dema zimanê kurdî ye" hat dayîn û îşaret bi têkoşîna ji bo zimanê zikmakî hat kirin.
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat xwestin ku statûya zimanê kurdî bê qebûlkirin û kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.