Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin
- çand û huner
- 18:15 21/2
Li Amedê di meşa bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de peyama "dem dema zimanê kurdî ye" hat dayîn û îşaret bi têkoşîna ji bo zimanê zikmakî hat kirin.
Li Amedê di meşa bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de peyama "dem dema zimanê kurdî ye" hat dayîn û îşaret bi têkoşîna ji bo zimanê zikmakî hat kirin.
Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat xwestin ku statûya zimanê kurdî bê qebûlkirin û kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.
Platforma Piştevaniyê û Parastina Bajêr a Amedê dê di 24’ê sibatê de têkildarî çareseriya meseleya kurd a di bingeha demokratîk û aştiyane di mijara dikarin çi bikin de danûstandina nêrînan bikin, konferansekê li dar bixe.
Di nava meha dawî de şano, stran û bîlboardên bi zimanê kurdî ji hêla AKP’ê ve hatin qedexekirin. Lê namzetên AKP’î ji bo dengê kurdan bigirin hewl didin bi kurdî biaxivin û ev hewldana wan weke “durûtî” hate nirxandin.
Rêvebera Komeleya Birca Belek a Ziman û Çandê Zaman Sariyildizê diyar kir ku li dijî êrişên li ser zimên pêwîstî bi xurtkirina têkoşînê heye û got: "Desthilatdariya heyî zimanê kurdî wekî xetereyekê dibîne, ji ber ku dizane hebûna kurdî tunebûna wan e."
Endamê Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê Parêzer Şahîn Dogan bi lêv kir ku tevî di hevpeymanên navneteweyî de perwerdehiya zimanê dayikê hatiyê mîsogerkirin jî perwerdehiya zimanê kurdî qedexe ye û got ku zimanê kurdî di hevpeymanên navneteweyî de bêpar hatiye hiştin.
Rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên xwestin li Wanê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê belavokan belav bikin hatin astengkirin. Sazî û partiyên piştî meşa li darxistin daxuyanî dan, xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
Endamê ANKA-DER’ê Yûsûf Varli destnîşan kir ku kêmasî ne tenê di hînbûna gramerê de ye, divê ziman bi peyvan were hînbûn.
Perwerdekarên Akademiya Ma Mûsicê yên qala girîngiya zimanê dayikê kirin, wiha gotin: “Heke zarokek bikare bi zimanê xwe yê dayikê stranan bibêje, ev darbeyeke herî mezin a li faşîzma ku hewl dide te ji holê rake ye.”
Piştî ku klîba strana bi navê “Welat” a Elî Kerîmî li bakurê Xorasanê belav bû, 4 kesên di çêkirina klîbê de keda wan hene, hatin binçvakirin.
Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle destnîşan kir ku zimanê zikmakî nasnameya hebûniyê ye û got ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê divê têkoşîna heyî bê bilindkirin.
Berdevka Dîvana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nivîskar Nerîman Evdike bi lêv kir ku beriya şoreşê zimanê kurdî li Sûriyeyê qedexe bûye û ji ber wê jî nivîskarên kurd bi dizî berhemên wêjeyî derdixistin û wiha got: "Şoreşa Rojavayê di heman demê de şoreşa ziman bû jî. Êdî kurd bi awayekî azad dinivisînin û ji aliyê wêjeyê ve pêşveçûnên mezin pêk tên."
Zimanzan, nivîskar û wergêrvan ên beşdarî semînera ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hat organîzekirin bûn bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê û xwestin xwedî lê were derketin.
Yek ji lîstikvanê listika “Qral û Travîs” a hatiye qedexekirin Denîz Ozer wiha axivî; “Heke eywan tune bin, em ê li kolanan listika xwe bilîzin”. Erdal Kaya jî wiha axivî: “Qedexe dê nikarin me asteng bikin”.
Hevseroka Komeleya Lêkolînê Kurd Remziye Alparslan diyar kir ku ziman ji bo civakê dîrok, bîr û çandê temsîl dike û anî ziman ku li Tirkiyeyê hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin.