Li dijî pişaftinê komele vekirin
- çand û huner
- 09:00 26/4/2021
Komeleya Çand û Hunerê ya Huseyîngazî Başak ku li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî hatiye vekirin, di serî de zimanê zikmakî wê di gelek mijaran de perwerde bide.
Komeleya Çand û Hunerê ya Huseyîngazî Başak ku li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî hatiye vekirin, di serî de zimanê zikmakî wê di gelek mijaran de perwerde bide.
Ahmet Ûsta yê li Siwêregê bi kevirên reş (Bazalt) berheman çêdike, diyar kir ku hûnera keviran a ji Ermaniyan fêr bûye ji ber avahiyên betonê yên bilind dibin, tune dibe.
Bager Çalişçi ku li deşta bi berfê hatibû nixumandin li piyanoyê xistibû û bi vî awayî hatibû naskirin, anî ziman ku sozên ji bo perwerdehiya wî hatibûn dayîn hatine jibîrkirin û ev yek bandoreke nebaş li perfamansa wî kiriye.
Îsal 12'emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Londonê, ji ber pandemiyê wê di navbera 16-27'ê Nîsanê de, cara yekemîn bi rêya onlînê bê lidarxistin. Rêveberiya mîhrîcanê, diyar kir ku ew ê 100 fîlmên k Kurd bê pere bidin pêşandan
Hejmara Kovara Zendê ya 28’an bi dosyeya “Hozên Kurd” derket. Gotarên li ser ziman, wêje, dîrok û çanda kurdî di kovarê de cih digirin.
Nivîskar û siyasetmedar Dîba Keskîn ji bo kampanyaya derbarê zimanê kurdî de bang kir û got: "Ji bo kurdî bijî divê em piştgiriya kampanyayê bikin."
Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê ku di sala 2004'an de hatibû avakirin û di warê hunerê de bi hezaran kes perwerde kiribûn, piştî qedexeyên derketina kolanan xebatên wê hatibûn astengkirin. Ji ber van astengiyan xwediyê wê jî ew xera kir.
Şaredariya Mûşê ya AKP'î Xana Yildizliyê ya xwedî dîrokeke 700 salî, bi betonê restore kiribû. Cihên hatine restorekirin hildiweşin.
Serokê Şaxa Egîtîm-Senê yê Gîresûnê Ergun Onal, diyar kir ku bersiva Wezîrê Perwerdehiya Netewî Ziya Selçûk a “Zimanên derveyî tirkî li saziyên perwerdehiyê weke zimanê dayikê nikare were hîn kirin” ji zanîstê dûr e û destnîşan kir ku perwerdehiya zimanê dayikê maf e.
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê wê di meha gulanê de dest bi perwerdehiya rûbirû bike. Perwerdekarê komeleyê Omer Baran got: "Hêla wê ya aborî ne xem e, a girîng mirov tiştekî hîn bibin."
Pirtûka nû ya bi navê "Raperîna Baba Îshaq" a nivîskar Mehmet Oncu ji Weşanxaneya Sîtavê derçû.
Şaredariya Mûşê û TOKÎ'yê di bi navê "veguherandina bajêr" de avahî xera kiribûn. Ji ber vê li Mûşê niha tenê avahiyek aydê ermeniyan maye. Şêniyê vê malê Ercan Çete, diyar kir ku ji bo xêniyê wî neyê xerakirin nobedê digire.
Deriyê Meher ku berî 2 hezar û 800 salan di serdema Ûrartûyan de li navçeya Tûşbayê hatiye avakirin, ji bêeleqederiyê terkî tunebûnê hatiye kirin.
Lîstika pesteyê ku li ber jibîrkirinê bû, piştî şewba Covîd-19'ê cardin bi ruh û can bû. Welatiyên ku pesteyên di zarokatiya xwe de çêkiribûn û hilanîbûn, ji sindoqan derxistine û cardin bi wan dilîzin.
Li Meletiyê komek xwendekarên zanîngehê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Ciwanan a ava kirine û di bin banê komeleyê de xebatên çand û hunerî dikin. Ciwanan di dema pandemiyê de ji ber qedexeyan û tevdîran zehmetî kişandine û di vê pêvajoyê de ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeatan xebitîne.