Amed ji mitînga mezin a fînalê re amade ye

  • rojane
  • 10:40 12 Gulan 2023
  • |
AMED - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê banga beşdariya mitînga Amedê kirin û gotin: “Werin em tev li mitînga fînalê û serkeftinê ya Amedê bibin.”
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya hilbijartinên 14’ê Gulanê de sibê mîtîngên fînalê li Amed, Wan û Stenbolê li dar dixe. Mitînga Amedê roja şemiyê saet di 13.00’an de li Qada Îstasyonê dê bê lidarxistin. 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk, Berdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, nûnerê Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD) û namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê dê beşdarî mitîngê bibin.
 
Her wiha hunermend Şehrîbana Kurdî û Grup Golgedekiler jî dê derkevin ser dikê û bistrên. 
 
Namzetên Amedê diyar kirin ku beşdariya mitînga ku dê sibê bê lidarxistin gelek girîng e û serkeftina hilbijartinê dê pîroz bikin. 
 
‘ÎRADEYA KURDAN’ 
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç da zanîn ku ew bi şev û roj tax bi tax, kolan bi kolan û derî bi derî geriyane û xebata hilbijartinê meşandine û ew hatin roja dawî. Kamaç banga mitînga sibê ya li Amedê bê lidarxistin kir û got: “Ev mitîng ji bo me gelek girîng e. Em ê bi mitînga xwe wêneyê îradeya gelê kurd vaye li vir e nîşan bidin.” 
 
‘DÊ BIBE DESTPÊKA AZADIYÊ’ 
 
Ji namzetan Samet Menguç jî diyar kir ku ew ê bi coşa mitînga biçin hilbijartnê û dê mitînga wan bibe destpêka azadiyê. 
 
Ji namzetan Mehmet Emîn Aktar jî destnîşan kir ku ew ê bi coş û peroşek mezin mitînga xwe ya fînalê li dar bixin û li benda beşdariyek zêde ne û wiha got: “Em beşdariyek xurt ji bo mitîngê bikin da ku em jê hêz bigirin. Wê gelê Amedê di vê mitîngê de îradeya xwe beyan bike û bide nîşandan ku dengên xwe didin kî.” 
 
‘JI BO AVAKIRINA JIYANA NÛ’ 
 
Namzet Serhat Eren jî wiha got: “Ez bang li gelê me dikim, em sibê li dijî polîtîkayên şer û înkarê li Qada Îstasyonê tev li mitînga jiyanek azad û wekhev bibin.” 
 
Namzet Adalet Kaya jî bang li jinan kir ku tev li mitîngê bibin û got beşdariya jinan mitîngê girîng e. 
 
‘EM SERKEFTINA XWE PÎROZ BIKIN’ 
 
Ji namzetan Sorgul Aytek jî bang li jinan kir ku bi reng û xemla xwe tev li mitîngê bibin. 
 
Ji namzetan Halîde Turkoglû jî banga kombûna li Qada Îstasyonê kir û got: “Em bi awayek xurt, bi govend û tîlîliyên xwe di 13’ê gulanê de bicivin û di 14’ê Gulanê de jî serkeftina xwe bi hev re pîroz bikin.” 
 
‘MITÎNGA DAWÎ YA DI BIN REJÎMA ERDOGAN DE’ 
 
Ji namzetan Ceylan Akça jî wiha axivî: “Ev mitînga me ya dawî ye ku wê di bin rejîma Erdogan de bê lidarxistin û em dixwazin hûn jî tev li mitîngê bibin. Werin em cil û bergên xwe yên herî rengîn li xwe bikin û serkeftinê pîroz bikin. Em dixwazin gelê dev li ken be û bi ken bersiva vê îktidarê û zilma wê bide. Em ê bi ser bikevin û ew ê têk biçin. Divê gelê Amedê bi ruhê seferberiyê tev li mitînga xwe bibe.”
 

Sernavên din

14/05/2023
13:01 YSK’ê têkildarî pusulayên binîqaş biryar da: Dê bên qebûlkirin
12:57 Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere
12:52 Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin
12:44 Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin
12:44 Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin
17:02 Uçar: Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekî ma ye
16:40 Aydenîz: Heta Ocalan azad nebe gel azad nabin
Akin: Emrê wan tenê rojek ma
16:25 Bûldan ji Wanê bang kir: Sibê em ê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’
16:04 Mizrakli name şand mitînga Amedê: Em ê bi hev re azad bibin
15:30 Li Yenîkapiyê bang kirin: Bay bay yekzilam
15:30 Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin
15:29 Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan
14:51 Dayikên Şemiyê: Dengê me ji demokrasiyê re ye
14:50 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Kodîn were berdan
14:36 Peyama Qada Îstasyonê: Dê tecrîd bê rakirin
14:18 Qada Îstasyonê bi devî re tije bû
14:08 Xelkê Wanê di mitîngê de îradeya xwe beyan dike
14:08 Bi deh hezaran diherikin Yenîkapiyê: Destpêkeke bi heybet
14:04 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn
13:48 Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin
13:37 Ji YSK'ê biryara bo Muharrem Înce
13:24 Partiya Çepên Kesk li sê bajarên mezin bi beşdariya sedhezaran kes mitîng li dar dixe
13:13 Çavdêra navneteweyî Dr. Vráblíková: Tevî her tiştî jî biryardariya serkeftinê heye
12:59 Şandeya fransayî serdana Malbata Şenyaşar kir
12:25 Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin
12:22 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
12:04 Baroya Mûşê: Ji bo ewlehiya sindoqan wê parêzer li qadê bin
11:55 Dîmena dawî ya Abdulhalîm Kirtay
11:54 Li Êlihê du koman li hev da: Kesek hat kuştin
11:47 Cenazeyê Azad Demîral jî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin
11:40 Cihên ku Hevberdevkên Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê raya xwe bikar bînin diyar bûn
11:22 Dayikên têkoşer: Îktidar kengê biçe, wê çaxê roja me ye
11:14 Ozdogan: Heta ku em li ser sindoqan bin ev hilbijartin ya me ye
11:12 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin
10:50 Bi malbatî bûn muşahîdên Partiya Çepên Kesk: Em xwedî li sindoqan derkevin
10:35 Yolerî: Serokkomar li ser girtiyên nexweş cihêkariyê dike
09:27 Bang li bedlisiyan kirin: Dengek dikare rengê hilbijartinê biguherîne
09:20 Kirkazak: AKP bi ser Ocalan re serî li spekulasyonan dide
09:11 Hunermend dê di 14'ê Gulanê de bersiva desthilatê bidin
09:06 ‘Îdirê biryara xwe daye”
09:01 Yucekaya: Ev hilbijartina man û nemanê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN
12/05/2023
21:08 Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin
20:08 Şerzan Kûrt hat bibîranîn
19:21 Li Şirnexê şahiya ciwanan: Em ê govenda azadiyê bigerînin
19:10 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî: Em ê dengê we bigihînin Konseya Ewropayê
18:01 Li Botanê 'karwana azadiyê' ya Partiya Çepên Kesk
17:54 Cenazeyê Kirtay hat veşartin
16:59 Banga ji bo mîtînga Amedê
16:48 Baroya Şirnexê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ava kir
16:47 Endamê meclisa şaredariya AKP’ê îstîfa kir
16:33 Çûkûrova TUHAY-DER’ê bertek nîşanî tecrîdê da
16:31 6 hezar TIR û 30 otobus li deriyê sînor tên sekinandin
16:12 Fadil Şenyaşar nehate berdan
16:08 Turkcellê xebatên binesaziya teknîkî xist dîroka hilbijartinê
15:57 Hevserokê DFG’ê Altan: Serdema bêhiqûqtiyan bi dawî dibe
15:51 Koordînasyona Ewlehiya Hilbijartinê ya Stenbolê: Em ê bi hev re bi ser kevin
15:47 Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin
15:36 Serokê Heyva Sor a Tirk îstîfa kir
15:31 Şandeyên biyanî dê hilbijartinan di cih de bişopînin
15:10 Li Erdexan, Panos û Amedê xebatên hilbijartinê
14:51 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin
14:39 Hilbijêrên livdar ên ji Mûglayê bi rê ketin: Her deng pir girîng e
14:33 5 hezar hilbijêrên livdar ên Stenbolê ji bo dengê xwe bidin bi rê ketin
14:22 Di hâlete mirinê de hat berdan, 51 roj şûnve jiyana xwe ji dest da
14:01 ‘Dema te raya xwe bikar anî Heskîfê bîne bîra xwe’
13:57 Li TRT’ê amadekariyên hilbijartinê: Roja hilbijartinê neyên kar!
13:45 Li Wanê amadekariyên mitînga fînalê bi dawî bûn
13:44 Di doza Gulmez de dadgehê biryar da mutalaa beriya danişînê bê pêşkeşkirin
13:15 Li Edeneyê li pey hev erdhej çêbûn
13:14 Malbata Gulistan Dokû ji Kiliçdaroglû re name şand
12:46 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan