MÊRSÎN - Ciwanê bi navê Furkan Ozen ku li navçeya Akdenîzê polîsan tundî lê kiribûn, diyar kir ku wesayîta zirxî daye ser wî û tevî ji hêla polîsan ve hatiye derbkirin jî bijîşkê nexweşxaneyê ew muayene nekiriye.
Çalakiyên protestokirina qeyûm a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê didomin. Ciwan, duh bi şev li Taxa Yenîpazarê daketin kolanan, agir hil kirin û biryara tayînkirina qeyûm protesto kirin. Di dema protestoyan de polîsan bi wesayîta zirxî dan sar ciwanê 20 salî Furkan Ozen. Piştre jî polîsan Ozen bi lêdanê binçav kirin. Ozen ê birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar, bi rêya parêzerê xwe tundiya lê hatiye kirin vegot.
BIJIŞKÎ MUAYENE NEKIR
Ozen, da zanîn ku wesayîta zirxî dema paşve dihat daye ser wî û ji ber vê yekê jî ji çoka xwe û zikê xwe birîndar bûye. Ozen, wiha got: “Hem li erdê hem jî di wesayîta zirxî de hatim derbkirin. Ez birim nexweşxaneyê lê bijîşkî ez muayene nekirim. Min birînên xwe nîşan da lê muayene nekir. Ez dîsa birim emniyetê.”
ŞOPÊN DERBKIRINÊ HENE
Parêzerê Ozen, got ku ji ber îşkenceya li Ozen hatiye kirin, binê her du çavên Ozen werimî ne û ev agahî da: “Di çoka wî ya rastê de bi qasî 4-5 cm’an çermê wî ser rabûye, li rexê çepê yê zikê wî jî xêz çêbûne. Miwekîlê min got ku di wesayîta zirxî de jî hatiye derbkirin lê bijîşkê nexweşxaneyê ew muayene nekiriye. Niha li Şaxa TEM’ê binçavkirî ye.”
MA / Hamdullah Yagîz kesen