NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku gelê Kurd bêçareserî û bêalternatîf nînin û ji bo bangawaziyên bo çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin wiha got: “Heke kesên van bangan dikin cidî bin, wê demê bila li gorî gotinên xwe tevbigerin û gavan biavêjin.”
Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkildarî hevdîtinên li Îmraliyê û nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, bersiva pirsên Medya Haber TV’yê da. Li gorî nûçeya ANF’ê; Kalkan diyar kir ku ew geşedanan bi baldarî dişopînin.
'HAYA ME JI NAVEROKA NÎQAŞAN NÎNE’
Kalkan, got: “Em hewl didin peyamên Rêber Apo fêhm bikin. Di heman demê de encamên karên heyeta DEM Partiyê. Ji bilî vê ti agahiya me nîne. Hevalê Cûma jî daxuyanî da. Bangek ku li me hatibe kirin, peyamek ji me re hatibe şandin, daxwazek ji me hatibe kirin bi rengekî fermî heta niha nîne. Lewma em naveroka nîqaşan nizanin. Her wiha tiştekî ji me hatiye xwestin jî nîne. Em weke raya giştî, weke her kesî li daxuyaniyên li ser çapemeniyê dinihêrin, hewl didin rewşê fêhm bikin û dersê ji peyamên Rêber Apo werbigirin. Rewş bi vî rengî ye.”
Duran Kalkan, wiha domand: “Muzakerevanê me yê sereke ji xwe Rêber Apo ye. Em timî li pişt pêvajoyeke ku ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin sekinîn. Ji niha û pê ve jî em ê li pişt bisekinin. Em ê li gorî biryarên wî tevbigerin. Me ev yek anîn ziman. Lê belê ji vê wêdetir em pratîkekê nabînin. Ne di gotinê ne jî di pratîka dersthilatdariyê bi taybetî jî AKP'ê de guhertinek nîne. Hin derdorên çapemeniyê jehr ji devê wan diherike. Li gorî xwe nêzîkatiyên sivik nîşan didin. Qaşo heqaretê dikin. Lê belê rewşa xwe ya sixêf û erzan nîşan didin. Ev yek ji ber desthilatdariyê ye. Di serî de Tayyîp Erdogan gotin û daxuyaniyên derdorên AKP'ê rê nîşanî çapemeniyê didin. Naxwe ev bi serê xwe nînin.”
'HEKE CIDÎ BIN BILA GAVÊN PRATÎK BIAVÊJIN’
Kalkan, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hêj didome û ev nirxandin kir: “Sîstema Îmraliyê mîna xwe dewam dike. Şert û mercên heyî yên Rêber Apo di nav de ne dewam dike. Di şert û mercan de guhertinek nîne. Têkildarî vê yekê em karekî pratîkî jî nabînin. Belê, nîqaş hatin kirin. Heyeta DEM Partiyê hevdîtin kir. Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê daxuyanî dan. Ev bi wate û girîng in. Lê belê ev nîqaş e. Pratîkek li gorî xweşbîniya nîqaşê nîne. Mînak em nizanin bê li Meclîsê karek tê kirin an na. Ne diyar e bê sererastkirineke qanûnî heye yan na. Devlet Bahçelî bang kir. Gelek derdor jî tevlî vê bangê bûn. Gotin, bila Rêber Apo bê meclîsê. Gotin, bila li koma DEM Partiyê biaxive. Baş e, wê çawa ji Îmraliyê derkeve û bê? Haydê bila bê. Kî li pêşiya vê asteng e? Ji bo anînê, gelo yên ku ev bang kirin tiştek peyda kirin? Ketin nava hewldanan? Hewldaneke xwe heye? Me tiştek nedît. Yanî bêyî ku ti guhertin bê kirin ji Rêber Apo dixwazin ku daxwazên wan bi cih bînin û li benda vê ne. Ev yek ne karekî bê kirine. Eger cidî bin, bi rastî jî bi karên heyetê re xweşbîniyek belav bû, em vê girîng dibînin, bi wate dibînin. Piştgiriyê didin. Yanî bila kes nebêje PKK filan tiştî dibêje, li ber radibe. Tiştekî bi vî rengî nîne. Weke tevger û gel em bi baldarî pêvajoyê dişopînin. Lê belê yên ku ev bang kirin, yên ku dixwazin tiştek bibe, li gorî wê yekê kar nakin. Rêber Apo got, eger şert û merc bêne afirandin, derfet bêne afirandin, sîstema tecrîd êşkenceyê ya Îmraliyê bê guhertin, şert û mercên jiyana azad bêne afirandin ez ê karibim bi rola xwe rabim. Di rewşa heyî de dikare çi bike? Wê çawa daxuyaniyê bide? Nikare tiştekî bibêje. Bi halê hazir gotinên wî nikarin bêne weşandin, kî biweşîne sûc e. Tê girtin, tê berhevkirin parêznameyên Rêber Apo. Ne tenê pirtûkên wî her wiha parêznameyên wî jî têne berhevkirin. Tiştên ku bi rengekî qanûnî hatine kirin. Kî dikare vê bike? Lewma hewldanek nîne. Em nabînin. Halbûkî pêwîstî bi pratîkê heye. Yên ku ev bang kirin, yên ku xweşbînî afirandin eger cidî bin hingî divê gavên pratîkî biavêjin.”
'HEKE TRKIYE PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER NEKE DÊ HILWEŞE’
Kalkan, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Hîmê Ereb ê statuya netewe dewletê ya ku piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn li Rojhilata Navîn ava bû hilweşiya. Çi ma? Tirkiye û Îran man. Tirkiye û Îran ji xwe hêzên hegemonîk ên herêmî yên vê statukoyê bûn. Lewma dor hatiye hilweşîna statukoperestiya netewe dewletê ya Tirkiye û Îranê. Êrîşên sîstemê wê li ser vê yekê bin. Îran vê yekê ji nêz ve hîs dike. Hewl dide li gorî vê yekê tedbîran werbigire. Rêveberiya kûr a Tirkiyeyê ev yek hîs kir. Û Devlet Bahçelî jî got, pirsgirêka mayindebûna dewletê kete rojevê û ji 1'ê Cotmehê û pê ve nîqaşên navborî da destpêkirin. Bang kir. Got, em hevkariya navxweyî bikin, em xwe li ser piyan bigirin, naxwe Tirkiye wê hilweşe. Ew rast bû. Bi rastî jî eger Tirkiye xwe neguherîne, demokratîk nebe, pirsgirêkên xwe çareser neke wê hilweşe.”
Kalkan, wiha got: “Çawa ku netewe dewletên din ên Ereb hilweşiyan, aqûbeta dewleta Tirk jî wê ne cuda be. Yekane tişta ku pêşî li vê yekê bigire demokratîkbûn e. Çareseriya pirsgirêka Kurd e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê jî tenê bi çareseriya li ser bingeha azadiya pirsgirêka Kurd dibe. Mifte pirsgirêka Kurd e. Çareseriya pirsgirêka Kurd e.”