Mîhrîcana Mûnzûrê bi govendên hatin gerandin re bi dawî bû

img
DÊRSIM - Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi konserê bi dawî bû. Di konserê de bi govendên hatin gerandin re girtin û binçavkirinên di rojên dawî de bi hinceta govendê çêbûn hatin şermezarkirin. 
 
Di 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku ji aliyê Şaredariya Dêrsimê û Federasyona Komeleyên Elewî yên Dêrsimê (DEDEF) ve bi dirûşma “Em ê destûrê nedin ku xwezaya me bê talankirin û îradeya me bê desteserkirin” hate lidarxistin, di roja 4’emîn de bi konserê bi dawî bû. Hevşaredarên Dêrsimê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî konserê bûn. Hunermend Pinar Aydinlar, Ahû Dem, Grûp Vardiya, Hasan Alî Sezer, Grûp Mûnzûr û Sûavî di konserê de derketin ser dikê. 
 
Konserê bi lîstina lîstikên gel ên tîma Varvare dest pê kir. Karkerên Şaredariya Qisleyê yên ji kar hatin derxistin bi pankarta “Em kar û nanê xwe bi paş ve dixwazin, Heke nan û kar nebe, aştî jî nîne” tev li konserê bûn. Pinar Aydinlar a di konserê de ewilî derket ser dikê bi gotina “Werin em govendê bigerînin ku bibînin em çawa digerînin” bertek nîşanî girtin û binçavkirinên di van rojên dawî de hatin kirin dan. 
 
BERTEK NÎŞANÎ QANÛNA QETILKIRINA HEYWANAN DA
 
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan ê di navbera konserê de axivî, qala qanûna qetilkirina sewalan a li Meclîsê hate nîqaşkirin da û wiha got: “Ev desthilata qirker, elimî ye komkujiyan. Li Pirsûsê, Enqereyê, Amedê li çar aliyê Kurdistanê komkujî kirin. Gelê me dê zû an dereng hesabê ji van qirkeran bipirse. Niha jî li ser qetilkirina sewalan qanûnan derdixînin. Em bang li desthilatê dikin, hûn nikarin dest bidin dostên me yên li kolanan, hûn nikarin dest bidin zindiyan. Hûn nikarin wan kom bikin, bikujin, qetil bikin. Em dibêjin vê qanûnê teqez bi paş ve bikişînin.”
 
‘EM Ê BI RIK GOVENDÊ BIGERÎNIN’  
 
Aslan, ciwanên ji ber gerandina govendê hatin girtin bi bîr xist, destnîşan kir ku dê bi rik govendê bigerînin û bi kurdî, tirkî û lazî stranan bibêjin. Aslan, wiha domand: “Nikarin govendên me rawestînin û stranên me bêdeng bikin. Nikarin hatine me ya bahev qet û qet asteng bikin. Em bi biryar in ku têkoşîn û berxwedana xwe di her şert û mercî de bidomînin.”
 
 Aslan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistanê û ev tişt got: “Serokkomar dibêje ‘em destûrê nadin ku dewletên terorîst li derveyî sînorên me bên avakirin’. Li Meclisê tezkereyan derdixînin. Partiyên bûrjûvayê li pişt van tezkereyan dibin rêz. Em helwesta wan a li dijî azadiya gelê kurd ên li Sûriyeyê, li Iraqê dijîn şermezar dikin. Em ê bi hev re destûrê nedin polîtîkayên şer.”
 
Mîhrîcan piştî axaftina dawî ya Cîgirê Hevşaredarên Dêrsimê Mûstafa Taşkale, bi konsera Grûp Vardiya, Grûp Mûnzûr û hunermend Hasan Alî Sezer û Sûavî bi dawî bû.  
 
 

Sernavên din

02/08/2024
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e