Îfadeya Ahmet Ozer: Îradeya gel tê xespkirin

  • rojane
  • 09:27 31 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku hate girtin di îfadeya xwe de got ku îktîdar hewl dide îradeya gel xesp bike û bi îdiayên derheqê wî de re bingeha qeyûm amade bikin. 
 
Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahme Ozer duh bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Îfadeya Ozer a li dozgeriyê derket holê.  Ozer, sûcdariyên li wî tên kirin red kir, got ku di gelek saziyên cemaweriyê de xebitî ye û heta niha derheqê wî de tu lêpirsîn an jî teqîbat tune ne. 
 
Ozer, got ku ji her du kesan dengê kesekî girtiye û ev tişt anî ziman: “Bû 7 meh in şaredartiyeke serkeftî dikim. Hewldaneke siyasî tê kirin û îradeya gel tê xespkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Hewl didin pergala li Stenbolê xera bikin û di nava mirovan de înfîalê derxînin. Dê encamên vê yên ji hêla şaredarvanî û siyasî ve hebin. Weke ku ji dosyayê jî tê fêmkirin tu bingeheke van îdiayan tune ye. Weke mînak, min heta niha derdora 40 pirtûkan nivîsandiye. Beşek ji van têkildarî pêşxistinê û beşekê wê jî têkildarî meseleya kurd e. Derdora 200 gotarên neteweyî û nêzî 300 danezan min weşandine. Gelek televîzyonên neteweyî yên Tirkiyeyê serî li min dane. Di rewşeke wiha de tê îdiakirin ku di hevdîtina sala 2002’yan a bi Abdullah Ocalan re de navê min bêyî îradeya min derbas bûye û têm sûcdarkirin. Ez nivîskar im, her kes dikare bixwîne. Derbasbûna navê min a di wir de gelo ma dibe delîl? An jî dema navê kesekê din tê gotin ev dibe sûc?” 
 
'BINGEHGA QEYÛM HATIYE AVAKIRIN’ 
 
Ozer, got ku tu eleqeya wî bi tu rêxistinan nîne û wiha domand: “Ev yek nîşan dide ku ev dozeke siyasî ye. Tê gotin ku ne Mehmet Kaya lê xizmên wî endamên rêxistina terorê ne. Ez nas nakim. Dayika wî miriye û min jê re gotiye; ‘Serê we sax be, dayikeke we ya binirx heye.’ Qaşo ev tê çi wateyê? Ev gotin nayên bîra min lê heke min gotibe jî çi tiştê vê dibe sûc? Ev tevek gotinên çêker in, ji bo bi atraksiyonên siyasî ji peywirê bêm girtin hatine çêkirin. Bingeha tayînkirina qeyûm hatiye avakirin. Hêj ez li dozgeriyê bûm ku A Haberê û hwd. gotin ku qeyûm hate tayînkirin.”
 
'REMZÎ KARTAL PARLAMENTER BÛ’
 
Ozer, ji bo pirsa têkildarî Faîk Kaplan jî wiha got: “Ez kesê bi navê Faîk Kaplan nas nakim. Min ew mal dabû kirê. Bi qasî ji keça xwe hîn bûme, kesê mal jê re hatiye kirêkirin xizmê van e. Heke were lêkolînkirin dê were dîtin ku her meh pereyê xwe şandiye. Ez nizanim ev kes kî ye, bi rêya keça min a parêzer her meh bi rêya emlaqfiroşan kirêya xwe şandiye û nizanim çavkaniya wê çi ye.” 
 
Têkildarî pirsa derheqê Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî Ozer ev tişt anî ziman: “Remzî Kartal jî ji Wanê ye. Parlamenterê Wanê bû. Em ji heman eşîrê ne. Piştî derketî derveyî welat têkiliya min pê re qut bû. Îdeolojî û fikrên me ne wekî hev in û malbata wî nas dikim. Li Wanê ne. Dema çûm Wanê min sersaxî jê re xwest. Hindik maye ji vê jî encamekê derxînin. Ev tişt tiştên însanî ku dikim.” 
 
'KONSER ME Û QEYMEQAMTIYÊ BI HEV RE LI DAR XIST’ 
 
Ozer, ji ber konsereke li Esenyurtê jî hate tawanbarkirin. Ozer, têkildarî konserê wiha got: “Me konsereke li dar xistiye. Me ev konser tevî Qeymeqamê Esenyurtê Fatîh Çobanoglû li dar xist. Me bi hev re organîze kir. Konsera ewil tevî qeymeqam, hevjîna wî û 46 komeleyan hate kirin. Bi dehan hunermend hatin gazîkirin. Min di jiyana xwe de tenê yek carê jî Rojda nedîtiye. Min tenê li wir li ser dikê dît. Li cihên cuda stranan dibêje. Bi dehan kes hatine vexwendin lê min nevexwendiye. Memûrên li wir bi vê mijarê re eleqedar bûn. Dê kî were dê kengî were ew diyar dikin. 450 hezar kes hatine mîhrîcanê. Tê gotin ku 3-5 kesên li wir têkildarî Ocalan dirûşm berz kirine. Heke tiştekî wiha hebe bila emniyetê binçav bikira. Min nedît, nebihîst. Heke min bidîta dê mudaxile bikira. 70 - 80 hezar kes li wir in ma ez ê çawa bibînim kê dirûşm berz kiriye?” 
 
'HÊMAYÊN SÛC NEHATIN DÎTIN’ 
 
Ozer, diyar kir ku dozeke siyasî ye û wiha got: “Ez tevahiya îdiayên tên kirin red dikim.  Di salên 2016 û 2017’an de min ji Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê belgeyek girt. Ez hatime guhdarîkirin, dozger bangî min kir. Di wê guhdarîkirinê de tiştek nehatiye tespîtkirin. Got ku ev yek bi awayekî derusûlî hatiye kirin û heke bixwazim dikarim serlêdana sûc bikim. Min jî got ku heke hewce bike dê serlêdana sûc bikim. Dema berê li min hatî guhdarîkirin, tu hêmayên sûc nehatin dîtin, navnîşana min diyar e û gumana rev û xweveşartinê tune ye. Piraniya delîlan hatin komkirin û îxtîmala ku bandorê li delîlan bikim tune ye. Ji ewil dixwazim bêm berdan û heta dadgeriya we digihije qenaeteke din dixwazim bi şertê kontrola edlî bêm berdan.” 
 

Sernavên din

23/04/2025
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome
09:02 Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025
21/04/2025
23:13 Girtiya nexweş Ozge Ozbek ji bo dermankirinê hat tehliyekirin
22:58 Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin
20:47 Ji Abdullah Ocalan ji bo Onder peyam
16:21 Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayin
16:11 DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
15:50 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
14:56 Rojnamegera polîsên gef lê xwar serî li ÎHD’ê da
13:54 Şandeya HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê ye
13:49 Parêzeran bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan
13:23 Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin
12:06 Bijîşkên Onder: Metirsiya li ser jiyana wî didome
12:05 Papa Francis jiyana xwe ji dest da
12:02 Lêgerîna tazî ya li dijî xizmên girtiyan ji Wezareta Dadê pirs kir
11:44 Li Xakûrkê teqîn: 3 cerdevan birîndar bûn
11:02 Xwebûn bi manşeta ‘Em ji hêza xwe bawer in’ derket
10:48 Ekrem Îmamoglû dê ji ber ‘dîplomayê’ îfadeyê bide
10:27 Ji bo tespîtkirina pirsgirêkan derî bi derî digerin
10:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
09:55 Çavê girtî Boltan nabîne, destê wî tune ye: Tevî biryara DMME’yê jî nayê berdan
09:18 'Cotkar li ber tunebûnê ne, bila zirara wan were tenzîmkirin'
09:05 Ji bo girtiyê nexweş serî li wezaretê hate dayin
09:04 Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin
09:02 'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’
09:01 Kuçukbalaban: Ji bo Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet bi kar bînin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN
20/04/2025
17:00 Hewldana 78’iyan: Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiyê esas digirin
16:37 Xelkê Suryan Cejna Paskalyayê pîroz kir
16:37 Ji bo girtiyê nexweş Çam banga berdanê hate kirin
16:14 Serdanên ji bo nexweşxaneya Onder lê tedawî dibe didomin
15:58 Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin
15:24 ‘Daxwaza me ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê neguhere’
15:24 Jinan li Amedê şitil danîn
14:40 DEM Partî: Serokwekîlên Koma me dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin
13:55 Hevşaredar li Serhedê civiyan: Di rojevê de xebat û bang hene
13:16 Artêşa tirk di du rojan de 358 caran êriş kir
13:16 Li Sûrê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
13:15 Li Seyhanê êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
12:49 Li Miksê cerdevanekî kesek kuşt
12:49 Operasyona ‘ewlehiyê’ ya li Kampa Holê di roja 3’yemîn de didome
11:10 Ji DEM Partiyê peyama Cejna Paskalyayê
10:47 Îlham Ehmed: Divê partiyên Kurd bibin yek û mafên Kurdan misoger bikin
10:25 Unsal: Divê Tirkiye pêdiviyên banga Ocalan cîbicî bike
09:52 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:50 Xizmên girtiyan: Bêyî azadiyê pêvajo pêş nakeve
09:49 DSÎ ava gundiyan difiroşe gundiyan
09:25 Dayika ‘Rêwiyê Xeyalê’ Aksu: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:04 Newala Tekoranê bi xemla xwe geştiyaran mest dike
09:01 Kesên xizmên xwe di pevçûnê de winda kirine: Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2025’AN
19/04/2025
16:22 Ji bo rawestandina darvekirina 85 Belucan banga lezgîn
16:16 Bi girseyî beşdarî şîna Ûçûkan û Dala bûn