Tîryakî: Gel li kuçeyan îşaret bi navnîşana çareseriyê dike

  • rojane
  • 09:11 8 Mijdar 2024
  • |
img
ÊLIH - Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku kesên tevlî çalakiya protestokirina qeyûm bûne bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" navnîşana çareseriyê nîşan dane û got: "Divê hikûmet vê peyamê baş bigire."
 
Piştî Şaredariya Esenyûrtê, Wezareta Karên Navxweyî di 4'ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de kir. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsiyar Mehmet Ruştu Tiryakî polîtîkayên qeyûman ên ku AKP ji sala 2016'an ve dimeşîne, nirxandin.
 
'NAXWAZIN KURD XWE BIRÊVE BIBIN'
 
Tiryakî bal kişand li ser wê yekê ku biryara qeyûm ne qanûnû û rewa ye û got ku çend sedemên tayinkirina qeyûm hene. Tiryakî got: "Naxwazin kurd xwe û erdnîgariya xwe bi rê ve bibin. Ev jî êrişa li dijî feraseta me ya şaredariyê ye. Me dîroka bajaran guherand. Me şaredarî kirin şaredariyên jinan û gelan. AKP-MHP êrişî feraseta me ya şaredariyê dike. Naxwazin kurd hafizeyekê çêbikin. Ji lew re şaredarîvanî komkirina bîr û hafizeyê ye. Me ji sala 1999'an heya sala 2016'an di warê şaredarîaniya pirzimanî de, li dijî rantê di warê şaredarîvaniya gelparêz de gelek tiştên baş kirin û me hafizeyek çêkir. Me mirovên wiha gihandin ku bi şev û biroj xizmeta vî gelî bikin. Lewma desthilat naxwaze kurd vê hafizeyê çêbikin. Sedema ku di vê siyasetê de israr dikin ev e." 
 
Tiryakî destnîşan kir ku li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî qeyûm tayin kirin û got: "Qeyûm tayinî Esenyûrtê kirin ku navçeya herî mezin a bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye. Nehiştin şaredarê ku got 'ez kurd im', bêyî lêpirsîn û dozek hebe, şaredariyê bi rê ve bibe. Yanî hûn çawa lê mêze dikin bikin, tayinkirina qeyûm bi her awayî bêhiqûqîtî ye, ne rewa ye û siyaseteke dijminatiya kurdan dike." 
 
'DIVÊ DESTHILAT BIRYARÊ BIDE'
 
Tiryakî bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û diyar kir ku pirsgirêka kurd bi 3 hevokan nayê çareserkirin. Tiryakî diyar kir ku ew qîmetê didin axaftinên çareseriyê, lê divê pêdiviyên wê bên bicihanîn. Tiryakî bilêv kir ku beriya her tiştî divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Tiryakî wiha got: "Bi milyonan kesên ku jê bawer dikin û dibêjin 'Rêberê min e' hene. Divê dengê wan were bihîstin. Rêya vê jî rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiyê ye. Ger Tirkiye bi rastî jî di vî warî de jidil be, divê ji bo çareserkirina vê pirsgirêka sedsalî, gavine din bên avêtin. Gelo desthlata siyasî vî tiştî kir? Na. Yekane gava avêtin jî tayinkirina qeyûman bû. Yanî gotinên desthilatê hev nagirin. Pêşî divê biryarekê bidin; çareseriyê dixwazin yan na."
 
Tiryakî destnîşan kir ku ger desthilata siyasî di warê çareseriya demokratîk de  jidil be, di vî warî de çi bikeve ser milê wan wê bikin. 
 
Tiryakî diyar kir ku di dema çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm de gel gelek caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirine. Tiryakî işaret bi girîngiya vê dirûşmeyê kir û got: "Gel bi van dirûşmeyên li kolanan îşaret bi navnîşana çareseriyê kir. Ev nayê wateya ku destê hikûmetê lawaz dike, berevajî wê di warê muxatabiyê de destê wê xurt dike." 
 
Tiryakî bibîr xist ku KCK'ê bi daxuyaniyên xwe ragihand ku ew bi Ocalan re ne û gel jî ji bo çareseriya pirsgirêkê îşaret bi Ocalan kiriye. 
 
BANGAWAZÎ
 
Tiryakî destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî qeyûman wê bidome û wiha dewam kir: "Em duh li vir bûn, îro dîsa li vir in, sibê jî em ê li vir bin. Em ê her roj li vir bin. Heta ku em vê polîtîkaya qeyûmtiyê pûç bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li malên xwe rûnenên nebêjin 'Xwedê bela xwe bide wan.' Ji lew re me ev dît. Loma divê gelê me bihêztir dakeve kolanan. Divê bi awayekî fiîlî nîşan bide ku li dijî çi radibe. Jixwe em dizanin ji sedî 90'ê Êlihê li dijî qeyûman e û em dizanin li dixwazin li wir bin. Lê pêdiviya me hemûyan hinekî bi cesaretê heye." 
 

Sernavên din

03/05/2025
21:27 Ji Mesûd Barzanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:22 Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê
21:17 Ji bo Onder şîn hat danîn
16:38 Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da
16:35 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên 'azadî ji Ocalan re'
16:10 Ji TJA'yê 'Diyalogên Jiyana Azad'
15:58 Li Amedê panela 'Di avakirina aştiyê de jin'
15:52 Piştî 30 salan serbet hat berdan: Hêviya me serketina pêvajoyê ye
15:02 Şandeya KNK’ê serdana Rêveberiya Xweser kir
14:27 Xizmên windayan li sê bajaran doza edaletê kirin
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yaman û Gul pirsîn
13:25 Înîsiyatîfa Gelo Haya Te Jê Heye: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
13:16 Rapora meha Nîsanê ya DFG’ê: rapora binpêkirina mafan a meha Nîsanê eşkere kir
12:28 MKG: Em ê nehêlin ku rastî di tariyê de winda bibe
11:05 Starta Cejna 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayîn: Em her derê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek
10:18 Berdevka YPJ'ê: Konferans ji bo pêkanîna banga Ocalan gava yekem e
09:55 31 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse: Aştî bi hevrûbûnê pêkan e
09:03 Şaredarê AKP'î yê berê otêla ku bi piştgiriya dewletê çêkiribû bi 90 milyonî firot dewletê
09:01 'Heya wekheviya zayendî pêk neyê edaleta avhewayê ne pêkan e'
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2025'AN
02/05/2025
16:39 Helbestvan Fadil Ozturk hate definkirin
16:17 Atolyeya 'sûretên bedenê yên di dem û mekan de'
15:47 Serdanên ji bo taziyeya Pelîn Yilmaz dewam dikin
15:12 Ji binçavkiriyên Taksîmê 372 kes hatin berdan
14:39 Piştî doza Narîn Guranê daxuyanî hat dayin
14:28 Baroya Stenbolê çû serdana Girtîgeha Marmarayê
14:14 Li Erxeniyê 1’emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir
13:50 Lubnanê hişyarî da Hamasê
13:50 Dewleta tirk di 3 rojan de hezar û 84 caran êriş kir
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir