Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan

  • rojane
  • 15:52 13 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Li gorî rapora rêxistinên parastina mafan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê lêgerîna tazî tê ferzkirin, cezayên disiplînê yên keyfî tên dayin û tehliyeyên girtiyan bi keyfî tên taloqkirin. Hat gotin ku tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî girtiyên nexweş nayên berdan. 

Baroya Amedê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê eşkere kirin. Rapor, li pêşiya Kampusa Girtîgehan a Amedê bi beşdariya serokên saziyan, hevserok, endam û rêveberan hate eşkerekirin. 
 
JI BER STRANA BI KURDÎ GEFA LÊPIRSÎNÊ HATE XWARIN
 
Rapor, ji hêla Sekreterê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Ahmet Guler ve hate xwendin. Guler, da zanîn ku di navbera mehên Mijdar û Kanûnê de çûne serdana girtîgehan û rapora wan li gorî çavdêriyên van serdanan hatiye amadekirin. 
 
Di raporê de hate gotin ku li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind ên Amedê, li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 3 yên bi Tîpa T ên Amedê û Girtîgeha Jinan a Amedê her tim zexta “poşmantiyê” li girtiyên demekî kin ji bo tehliyeya wan ma ye tê kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku li girtîgehên behsa xeberê sewqa girtiyan a ji bo nexweşxaneyê tê derengxistin û gefa “Heke hûn stranên bi kurdî bibêjin dê derheqê we de lêpirsîn were destpêkirin” hatiyar xwarin. Bi domdarî hat gotin ku li heman girtîgehan bi hinceta tevdîrên teserûfê de hejmara aktîvîteyan hatine kêmkirin, heke hejmara wan bes bike jî bi hinceta hejmara kêm nahêlin girtî derkevin çalakiyên sporê yên hevpar. Di raporê de hate gotin kul li girtîgehan destûr tenê ji bo çendek kanalên TV’yê tê dayin û alav û amûrên girtiyên berê li girtîgehê mabûn weke berhemên destê duyemîn difirotin girtiyan. 
 
LI ERZÎNGANÊ TEHLIYE TÊN ASTENGKIRIN 
 
Bi domdarî di raporê de hate diyarkirin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind, Girtîgeha Tîpa L, Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Jinan ên li Girtîgeha Kampusê yên Erzîngahê li gel ku dema înfazkirina cezayê ya gelek girtiyan xelas bûye jî bi hinceta “başhaliyê” tehliyeyên wan tên astengkirin. Di raporê de hate gotin kul sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxaneyan demekî dirêj nayên kirin, dema sewq tên kirin jî muayeneya destkelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin, dermanên tên nivîsandin pir dereng tên dayin. Hat destnîşankirin ku ji ber hincetên pir biçûk cezayên disiplînê didin girtiyan, bi hinceta van cezayan mafên telefon û nameyan ên girtiyan hatine qedexekirin, ji ber ku ev ceza pir caran tê dayin jî veguherîne tecrîdê. Di berdewamê de hate daxuyandin ku li Erzînganê xwarin xerab in, pir zêde lêgerînên odeyan tên kirin, di dema lêgerînê de alav û amûr tên belavkirin û mafên hobî û sihbetê yên girtiyan tên astengkirin. 
 
LI GIRTÎGEHA ERZIROMÊ LÊGERÎNA TAZΠ
 
Di raporê de hat gotin ku di ketina Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Dumlu yên Erziromê û Girtîgeha Tîpa H a bi Ewlekariya Bilind de lêgerîna tazî tê ferzkirin. Hat gotin ku li girtîgehên Erziromê gelek girtiyên nexweş hene û sewqên wan ên nexweşxaneyan dereng tên kirin, bersiva daxwaza revîrê nayê dayin an jî tê vehêlandin. Hat destnîşankirin ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê dema nirxandina başhaliyê dikin li gorî krîterên ne objektîf tevdigerin û pirs û nirxandinên nehiqûqî dikin. Hat daxuyandin ku li van girtîgehan daxwaza girtiyan a sewqkirina cihên nêzî malbatên xwe bêyî hincetek were nîşandan tên redkirin, rêveberiya girtîgehê salekê hejmartina ser pêyan li girtîgehan ferz kir, ev demeke ev sepan hatiye bidawîkirin, nameyên girtiyan ji hêla komîsyona xwendinê ve bi keyfî tên sansurkirin û name nagihijin xwediyên wan. 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN LI GIRTÎGEHA XARPÊTÊ NAYÊN TEHLIYEKIRIN 
 
Têkildarî binpêkirinên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Xarpêtê, Girtîgeha Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind û Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê jî hate gotin ku tevî rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî girtiyên nexweş nayên tehliyekirin; sewqên wan tên derengxistin, xebatkarên tenduristiyê guh nadin giliyên girtiyan û gotinên dijî rûmeta mirovahiyê li girtiyên siyasî tên kirin, dema di vê mijarê de gilî tên kirin jî tu encam jê nayên bidestxistin. Di raporê de hat gotin klu li girtîgeha Xarpêtê li gel ku di depoyan de hene jî nivînên ortopedîk nadin girtiyan, divê kesên sexbêra girtiyên nexweş û astengdar dikin di dema serşûştin û hwd. jê re bibin alîkar lê nabin alîkar. Hat destnîşankirin ku li van girtîgehan girtî ji ber xwarinê jehrî bûne, daxwaza çûna revîrê nayê qebûlkirin, ji ber ku girtiyekî rewş bi malbata xwe re parve kiriye derheqê wî de lêpirsîn hatiye vekirin, qawîş gelek sar in, daxwaza zêdekirina germê bi hinceta tevdîrên teserûfê hatiye redkirin. Di raporê de hat bilêvkirin ku li girtîgehên Xarpêtê gelek caran bi li odeyan lêgerîn tên kirin, di dema lêgerînan de alav û amûrên girtiyan tên belavkirin, aktîvîteyên sporê nayên kirin, daxwazên ji bo qursan û hwd. nayên cîbicîkirin û daxwaza çalakiyên hevpar jî nehatine qebûlkirin. 
 
LI GIRTÎGEHA MELETIYÊ ‘ŞÊWAZÊ LÊGERÎNA TAYBET’
 
Di raporê de hat ragihandin ku her çend girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akçadagê ya Meletiyê cezayê ku li wan hatiyebirîn û cezayên xwe qedandine jî ji ber cezayê wan ên hucreyê heye înfaza wan şewitandine. Her wiha nameyên ku girtiyan ji derve şandine ji aliyê îdareya girtîgehê dereng hatine şandin û nameyên ku ji derve ji bo wan hatine jî bi derengî dane wan. Dîsa bi hinceta ku werger tuneye nameyên kurdî jî hatine sansurkirin. Di raporê de hat ragihandin ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Akçadagê, hin personelên di bin navê ekîba "lêgerîna taybet" de li odeyan lêgerînên hûrgilî kirine û tacîz pêk anîne. Dîsa di dema lêgerînê de, lênûsk, ajanda û pirtûkên çîrokan ên girtiyan hatine desteserkirin. Girtiyên ku îtîrazî vê kiryara kêfî kirine jî derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin. Di raporê de tê ragihandin ku her çendî girtiyan li dijî vê rewşê serî li dadgeha înfazê dabin û îtîrazên wan ji aliyê dadgehê ve hatinin qebûlkirin jî, pirtûk, lênûsk û ajandayên wan li wan venegerandine. Di raporê de tê destnîşankirin ku kargeriyê xwestiye bi awayekî sînor ango bi hejmareke kêm girtî derkevin werzîşê, atolye û kursên ku ji aliyê kargeriyêve hatine destpêkirin. Her wiha di raborê de hatiye aşkerakirin ku amûrên li kantên tên firotin gelekî buha û xwarinên ji aliyê kargeriyê didin wan jî hem xirab e û hem jî nirxa wê gelekî kêm e.
 
Di raporê de ji bo rakirina binpêkirinên mafên mirovan ev pêşniyar û daxwaz hatin kirin. 
 
“* Tecrîd û îzolasyona ku rêbazekî îşkenceyê ye divê demildest ji ser girtiyan bê rakirin:
  
*Ji bo mafê girtiyan ê xwe gihandina tenduristiyê bê misogerkirin, girîngî bidin xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtina nexweşiyê û ji bo kesên bi nexweş ji derfetên dermankirinê sûd werbigirin divê tedbîrên pêwîst bên girtin. 
 
* Divê bi lezgînî girtiyên nexweş bên dermankirin û astengiyên qanûnî û yên din ên li pêşiya berdana hemû girtiyên nexweş bên rakirin, bi taybetî girtiyên nexweş ên giran ku ji ber nexweşiya xwe nikarin jiyana xwe di girtîgehê de bidomînin, bên rakirin.
 
* Divê girtî di wextên xwe de bên dermankirin,  divê sewqa wan a nexweşxaneyê neyê derengxistin û di zûtirîn demê de randevûyên nexweşxaneyan bên kirin. 
 
* Divê demildest dest ji pêkanînên bêhiqûqî ên 'dest kelebçekirî' ku dema girtiyan dibin nexweşxaneyan û tên muayenekirin, bê berdan.
 
* Divê qanûn û polîtîkaya rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê li gorî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî û bi taybetî jî mafên girtiyan were sererastkirin.
* Divê li girtîgehan rêz ji mafên jiyana taybet re bê girtin û ji destwerdanên bi kêfî dûrbikevin. Divê li ser hev û bi kêvî ketûber li odeyên gitiyan pêk neyê. Di dema lêgerînê de odeyan de divê dest daneynin ser amûrên taybet ên girtiyan, alav û amûrên wan ji hev neyê belevkirin û dest daneynin ser pirtûkên ku biryara qedexe û berhevkirinê tune bin. Tiştên hatine desteserkirin di demeke pir kin deli girtiyan bên vegerandin.
 
* Di çarçoveya mafên girtiyan ên girtina agahî û danûstandina bi kesên din re, divê biryarên astengker ên rêveberiyê yên der barê weşanên wekî rojname, pirtûk û kovaran de derhal bên rakirin. 
 
* Wekî pêwîstiya mafê daxwaznameyê û mafê agahdarkirinê, daxwazname û nameyên ku ji aliyê girtiyan ve hatine nivîsandin, radestî muxatabên xwe bên kirin. 
 
* Divê demildest dev ji sansurkirina nameyên girtiyan bi taybetî jî nameyên kurdî bê berdan. 
 
* Xwarinên ku li girtîgehan tên dayîn divê xwedî nirxa bilind be, girtiyan têr bike û mesrefa debara rojane ya diyarkirî bigire. 
 
* Gihîştina ava paqij ji bo girtiyan pêwîstiya mafê tenduristiyê û mafê parastina hebûna xwe ya madî û manewî ye. Ji bo vê jî ji bo pêşî li qutbûna avê û nebûna ava germ li girtîgehan bê girtin divê tedbîr bên girtin.
 
* Divê berhemên li kantîna girtîgehê li gorî bihayên bazarê bên sererastkirin û cureyên berhemên li kantînê bên zêdekirin."
 

Sernavên din

02/08/2025
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin