AMED - Welatiyên duh beşdarî civîna gel a DBP’ê ya Amedê bûn, diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê gavên qanûnî bên avêtin û Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 12’ê Çileyê de li Enqereyê 7’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. Beriya kongreyê, DBP’ê duh li Amedê bi gel re civîn li dar xist. Ji Îzmîrê heta Agirî, Şirnex û Mêrsînê bi hezaran kes tev li bûn. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mohra xwe li hevdîtinê da.
Welatiyên beşdarî civînê bûn, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin peyamên ji Îmraliyê hatine şandin û gotin ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
‘MUXATAB LI ÎMRALIYÊ YE’
Ji welatiyan Mûstafa Gul bal kişand ser peyamên Abdullah Ocalan û got: “Ji bo vê xakê pêdivî bi aştiyeke birûmet heye. Serdana Îmraliyê hêvî da gelan. Divê di navbera gelan de aştiyeke birûmet bê avakirin. Heke îktîdar bixwaze gavan biavêje, muxatab li Îmraliyê ye. Muxatabê din jî Meclis e. Gel jî bila ji partiya xwe bibawer be.”
‘HETA AZAD NEBE PIRSGIRÊK ÇARESER NABIN’
Halîl Mîrgar jî got ku divê hevdîtin bidomin û ev tişt anî ziman: “Azadiya birêz Abdullah Ocalan dê li Rojhilata Navîn rêya aştî û azadiyê veke. Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe dê tu tiştek çênebe û tu pêşketin çênebin. Abdullah Ocalan ji bo çareseriya meseleyê got; ‘Îradeya min heye.’ Em ê bibînin ka dê dewleta tirk çi bersivê bide vê bangê. Divê Ereb, Tirk, Kurd û Elewî, her kes deng bide vê bangawaziyê. Wê demê dê pirsgirêk çareser bibin.”
Ertûgrul Gezer jî got: “Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Rojava tê bombebarankirin û rewşa girtiyan nebaş e. Heke di van mijaran de gavan biavêjin em ê jê bawer bikin. Heta Abdullah Ocalan azad nebe em azad nabin. Banga yekitiyê li tevahiya gelê Kurdistanê dikim.”
‘DIVÊ ZEMÎNEKE MAKEZAGONÎ HEBE’
Muhsîn Çîftçî, got: “Hevdîtinên li Îmraliyê, encama keda gelê Kurd e. Em vê rewşê erênî dibînin. Lê divê mirov hişyar be. Kesên nûnertiya me dikin xwedî tecrûbe ne lewma em piştgiriyê didin wan. Ji bo pêvajo erênî bidome, divê zemîneke makezagonî bê avakirin. Dê her tişt ji kirinên wan diyar bibe. Wan bi xwe pêvajoya din xera kiribû. Heke zemîna qanûnî nebe, dema tengijîn dê xera bikin. Lewma zemîna makezagonî hewce dike.”
Abdurrahman Katmer jî got ku peyamên Abdullah Ocalan di cih de ne, gel bi gotinên Abdullah Ocalan re ye û xwest tecrîd were rakirin.
‘DIVÊ JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BE’
Mehmet Can Nas jî anî ziman ku ew ji Abdullah Ocalan bibawerin û ji bo baştir bixebite divê ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
Esmer Baran jî bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got ku ew ê heta dawiyê ji bo maf, hiqûq û zimanê xwe têbikoşin. Esmer Baran, li dijî êrişan bang li her kesî kir ku dengê xwe derxînin.
Hanîfe Umît jî wiha got: “Bila aştî û biratî bê. Kurd ji bo sekinandina êrişan û azadiya Abdullah Ocalan dê her tiştê ji dest tê bikin.”