ENQERE- Der barê hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar biryara tehliyeyê hat dayîn.
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû di 30’ê Mijdara 2024’an de hatibû girtin û li girtîgehan Ewlehiya bilind a Sîncanê dihat girtin hat tahliyekirin. Li ser îtîraza parêzeran biryara tahliyeya Cengîz Dundar hat dayîn.
Cîgira hevserokatiya giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag û hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar jî di nav de hebû 9 kes 30’ê Mijdara 2024’an de hatibûn girtin.