STENBOL – Komek rewşenbîrên misilman têkildarî çareseriyên pirsgirêka Kurd axivîn û xwestin meclîs ji bo çareseriyê berpirsyariyê bigire ser xwe û bal kişandin ser xwedîderketina civakê ya ji bo pêvajoyê û diyar kirin ku ger xwedîderketineke xurt çêbibe dê pirsgirêk çareser bibe.
Komek rewşenbîrên misliman çend roj berê li Stenbolê derbarê pirsgirêka Kurd û nîqaşên ku tên meşandin de daxuyanî dan. Rewşenbîrên misliman ji bo pêkhatina aştiyê bal kişandin ser girîngiya makezagonê. Ji rewşenbîran Umît Aktaş, Dr. Fatma Akdokur ku ji Zankoya Îlahiyatê ya Zanîngeha Duzceyê teqawit bûye têkildarî nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn.^
‘EV SEDSAL BI PEVÇÛNAN DERBAS BÛ’
Umît Aktaş da zanîn ku di sedsala dawî de li Tirkiyeyê pirsgirêka herî girîng pirsgirêka Kurd e û wiha got: “Kurdan di şerê rizgariyê de û meclîsê de ligel Tirkan cih girtin û bi hev re komar ava kirin. Piştî avakirina komarê hêzên serdest kurdan derveyî komarê hiştin. Ji ber ku Şêx Seîd li hemberî vê derket serhildan bi komkujiyan bi dawî bû. Her wiha Seyît Riza serî rakir û bi komkujiya Dêrsimê bersiv dan. Her wiha li dijî Kurdan polîtîkayên îskanê xistin meriyetê. Destpêka avakirina komarê de Kurd û Tirk bi hev re tevgeriyan lê piştre kurd wek rêheval nehatin pejirandin. Ev gihişt asteke wisa ku mafên kurdan ên bingehîn û zimanê wan nehat qebûlkirin û tune hatin hesibandin. Ev sedsal her bi pevçûnan derbas bû.”
‘ÎNKAR LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN E’
Umît Aktaş got ku divê li Tirkiyeyê rewşenbîr û nivîskar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tevbigerin û wiha axivî: “Dewamkirina vê pirsgirêkê li dijî mafê mirovan e. Hemû kesên ku ji bo mafê mirovan hesas in divê girîngiyê bidin vê pirsgirêkê. Înkarkirina civakekê li dijî mafê mirovan e. Gelek derfetên Tirkiyeyê di têkoşîna çekdarî ya li dijî Kurdan de hat xerckirin. Tirk û Kurd bi hev re êşa vê dikişînin. Pirsgirêka Kurd di destpêka avakirina komarê de ji aliyê bîrdoziya Kemalîst ve hat bi pêşxistin û li ser înkarkirinê xwe ava kir. Divê ev feraset ji holê were rakirin. Ger ev bîrdozî nebe civaka Tirkiyeyê dikarin bi hev re tevbigerin û bijîn. Tişta were kirin ew e ku divê polîtîka bên guhertin.”
Aktaş da zanîn ku di navbera gelan de pirsgirêk nayê jiyîn û pergala fermî ji bo hebûna xwe bidomîne gelan ji hev dûr dixe û wiha got: “Zarokên herdu aliyan jî tên kuştin. Derfetên herdu aliyan jî ji bo şer tê xerckirin. Divê hemû kes li dijî vê derkeve. Ji bo ev pirsgirêka civakî were çareserkirin em jî xwe wek berpirsyar dibînin.”
TEVLÊBÛNA CIVAKÊ YA PÊVAJOYÊ
Aktaş bibîrxist ku ji salên 1990’î vir ve ji bo çareseriyê hewldan hene lê bêencam dimînin û wiha axivî: “Di pêvajoyên 2012-2015 de hinek hevdîtin hatin kirin. Hinek kesên ku beşdarî pêvajoya ku dewletê dabû destpêkirin bûn hatin girtin û hinek jî bêyî girtin hatin darizandin. Wê demê ji bo ceza li van kesan neyê birîn qanûn hat derxistin, lê qanûn nexistin meriyetê. Ji ber ku Tirkiye dewleteke hiqûqê nîn e tenê bi qanûnan nayê rêvebirin. Divê dewlet û partiyên siyasî tevli pêvajoyê bibin. Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe de dibêje bila pirtiyên siyasî, meclis û saziyên civakî tevli pêvajoyê bibin. Divê civak berpirsyarî bigire ser xwe û meclis bi berpirsyarî tevbigere. Pirsgirêk tenê bi qanûnan û dewletê nayê çareserkirin. Ger civak tevli pêvajoyê bibe çareserî mimkun e. Ger tevlêbûneke baş hebe û civak piştgiriyê bide dê pirsgirêk çareser bibe.”
MAFÊ PERWERDEHIYA ZIMAN
Aktaş got ku divê mafê Kurdan ên hatine desteserkirin bên dayîn û axaftina xwe wiha domand: “Ji van mafan ya herî girîng rakirina astengiyên li ser zimanê dayikê ye. Divê dewlet ji nav, tabela û xebatên rêveberiyên herêmî yên têkildarî ziman aciz nebe. Divê li dibistan ligel Tirkî bi kurdî jî perwerdehî were dayîn. Divê navê gund û bajaran ên hatine guhertin dîsa navê berê were dayîn. Pêwîst e dewlet dev ji feraseta zorbetiyê berde. Bi hezaran kes li girtîgehan bêyî hiqûq tên girtin û divê ji bo wan efûya giştî were derxistin. Lazim e li gundên ku hatine valakirin jiyan jinûve bê avakirin. Li welatê me sedemeke enflasyona xûrek jî valakirina gundên Kurdistanê ye.”
CIVAK DIKARIN AŞTIYANA BIJÎN
Dr. Fatma Akdokur ku ji Zankoya Îlahiyatê ya Zanîngeha Duzceyê teqawit bûye û di heman demê de endama rewşenbîrên misilman e diyar kir ku hêzên emperyalîst jinûve Rojhilata Navîn dîzayn dikin û wiha axivî: “Gelê vê erdnigariyê hewl didin ku bi ol, ziman û çandên cûda bi hev re bijîn. Ev civakan dikarin bi rengek aştiyane bijîn. Em qebûl bikin jî, nekin jî Kurd hene û civaka Kurd di nav dewletan de hatine parvekirin û erdnîgariya wan hatiye tunekirin. Ligel van pêkanînan Kurd hebûna xwe didomînin. Her çiqas hûn bixwazin navê wê erdnîgariyê biguherînin, bixwazin biguherînin jî civak li wir jiyana xwe didomîne.”
Akdokur da zanîn ku dikarin li vê erdnîgariyê bi rihetê aştiyê pêk bînin û wiha axivî: “Kengê kêfa îktîdarê dixwaze aştiyê pêk bîne em wê nizanin lê wek gel em ê her tim aştiyê biparêzin. Ew bixwazin jî nexwazin jî em demildest aştiyê dixwazin. Ji ber vê yekê di van rojên dawî de hewldanên nûnerên civaka Kurd û Tirk hene û em jî dibêjin erê em ji bo aştiyê amade ne û piştgiriyê didin van hewldanan. Bêyî şert û merc divê di serî de civaka Kurd, Tirk û civakên din bi awayekî wekhev, azad û ewlehiya makezagonê de bi hev re bijîn û divê bingeha vê jiyanê bê avakirin.”
ROLA JINAN
Dr. Fatma Akdokur diyar kir ku di pêvajoyên aştiyê de jin xwedî roleke girîng in û wiha axivî: “Aştî bi xwe bingeha xêr, başî û piştevaniyê ye. Jin jî sembolên vê ne. Dijberiya aştiyê şer e û bandora şer rasterast jiyana jinan badilhewa dike. Dema ez dibihîzim bombe diavêjin cihekî pir di bandora wê de dimînim. Yanê dema hûn bombe biavêjin çiyayekî tenê wî çiyayî bombe nakin. Hemû zindewarên li wî çiyayî tên bombekirin û tunekirin. Pirsgirêk çi dibe bila bibe divê em çareseriyên bêyî çek bibînin. Di şerên li Rojhilata Navîn de herî zêde jin mexdûr dibin. Li Sûriyeyê di êrîşên DAIŞ’ê de jinên êzidî hedef hatin girtin. Her wiha bi hezaran jin bi koçberiyê re rûbirû hatin hiştin. Ji ber wê yekê ji zilaman zêdetir divê jin li dijî şer derkevin. Divê li vê erdnîgariyê aştî bibe tiştek jêveneger, hêvî û şêweyeke jiyanê. Em naxwazin hêviyên xwe taloq bikin. Berevajî wê divê wek şêweyek jiyanê em daxilî jiyana xwe bikin.”
MA / Esra Solîn Dal