NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Iraqê tevî bertekan jî Qanûna Statuya Kesî, Qanûna Efûya Giştî û Qanûna Vegerandina Mal û Milkan erê kir.
Tevî nerazîbûn û bertekên tund yên navxweyî û derveyî welat jî her sê qanûnên binakok ên Qanûna Rewşa Kesî, Qanûna Efûya Giştî û Qanûna Vegerandina Mal û Milkan li Xwediyên Wan, ji aliyê Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ve hate erêkirin.
Qanûna Efûya Giştî, têgeha pêwendiya bi terorê re jinûve pênase dike û dê bike ku gelek dozê li Iraqê hîn hêsantir bên çareserkirin. Bi taybet jî tê payin ku kesên di qirkirina Êzidiyan de cih girtin di çarçoveya vê qanûnê de bên berdan.
Qanûna Statuya Kesî jî di mijarên weke zewac, hevberdan, mîras û welayetê de sererastkirinan dike. Aktîvîstên civaka sivîl û jin dibêjin dê ev qanûn bibe sedema binpêkirina hemû mafên jin û zarokan û zewicandina zarokên keç ên di temenê 9 salî de.
Parlamentoya Iraqê tevî nîqaşan jî her sê qanûn di 21’ê Çileyê de qebûl kiribû.
Piştî serokkomarê Iraqê erê kirî, êdî bûn qanûn.