NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hatin şikandin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî şer û pevçûnên di nava 24 saetên dawî yên li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, HSD’ê diyar kir ku hêzên wan duh (Şemiyê) êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser noqteyên hêzên wan ên li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê têk birin.
Daxuyanî wiha domiya:
“Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li derdora Bendava Tişrînê rêzeêriş pêk anîn. Di heman demê de gundên derdora bendavê (başûrê rojhilatê Minbicê) bi çekên giran topbaran kirin. Çeteyan saet 17.00’ê êrişî nuqteya şervanên me ya li derdora Girê Syriatelê kirin. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Di encama şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn lê hejmara wan nehat zanîn.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna, Xeseq û Melha yên derdora Pira Qerezoaqê bombebaran kirin. Gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaqê bi zêdetirî 30 guleyên obusên giran, tank, roket û hewanan jî topbaran kirin. Di encamê de zerarên madî yên mezin li milkên sivîlan bûn.
Li derdora Pira Qereqozaqê jî di navbera şervanên me û çeteyan de şer derket. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Nehat zanîn bi hejmara kuştî û birîndaran çend e.
Eniya Dêr Hafir, droneke kamîkaze dema hewl da xwe li nuqteyeke hêzên me biteqîne, ji aliyê şervanên me ve hat xistin.
Li asîmanên Kobanê û Eyn Îsa û gundewarên wê, liv û tevgera balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker berdewam kir.”