NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Heke birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe, em nikarin qala pêvajoyekê bikin.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Meletiyê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist û Meclisa Jinan a Meletiyê vekir. Kongre, li eywaneke dawetan a li welat pêk hat. Li eywanê pankartên “Rexîstinbûn azadî ye", "Jin, jiyan, azadî", "Rojava rûmeta me ye" û "Me ciwantî dest pê kir dê bi ciwantî bi ser kevin” hatin daliqandin. Eywan, bi rengên kesk, sor û zer û alên DEM Partiyê hate xemilandin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevşardarê Bulamê ya Semsûrê Huseyîn Uzun, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn.
Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî têkildarî xebatên DEM Partiyê sînevîzyonek hate pêşandan. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Meletiyê Ahmet Ercan axivî û got: “Yên ku bi bedena xwe ji bo partiya me bedel dayin, rûpelek pir û pak li pey xwe hiştin. Divê aştiya me karê me yê destpêkê be. Jihevbelaviya me bi kêrî pergalê tê.”
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axaftina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya di 23’yê Cotmeha 2024’an de bi bîr xist û got: “Devlet Bahçelî got; ‘çareserî Îmrali û birêz Ocalan e.’ Gotinên Bahçelî girîng bûn. Em qîmetê didin her gotinên ji bo aştiyê. Şandeya Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd re 2 hevdîtin kir. Ev girîng bû. Birêz Ocalan di hevdîtinan de got ‘ez ji hêla teorîk û pratîk ve amade me.’ Birêz Ocalan ji sala 1993’yan heta niha ji bo aştiyê hewl dide. Tirkiyeyê ‘Plana têkbirinê’ amade kiribû. Navê pêvajoyê li vê planê kiribûn. Lê ev plan bi ser neket. Di rewşa heyî de welêt ji hêla aborî, siyasî û civakî têk çûye. Ne ev plan ne jî tecrîda 26 salan a li Îmraliyê nebûn çareserî. Berpirsyarê vê jî îktîdara AKP’ê ye. Ev zîhniyet mecbûr e xwe biguherîne û veguherîne.”
'GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ EV 11 SAL IN LI SER PÊYA NE’
Ozturk, anî ziman ku pergala yekperest ji bo Rojhilata Navîn nabe û wiha domand: “Pergala piranîparêz a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî êrişan jî ev 11 sal in xwe li ser pêyan digire. Ne tenê ji hêla teorîk ve, ji hêla pratîkî ve jî Rêberê Gelê Kurd esas digire. Cihêkarî li tu kesekî nayê kirin. Rêya çareseriya Rojhilata Navîn jî ev e. Tirkiye mecbûr e pergala yekperest a ev sedsal in didome biguherîne. Her rê ceribandin lê gelê me tevek jî vala derxist.”
'DIVÊ BIRÊZ OCALAN JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’
Ozturk, destnîşan kir ku êdî dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye û wiha got: “Heke birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe, em nikarin qala pêvajoyekê bikin. Hevdîtin û gotin baş in lê em nikarin qala pêvajoyekê bikin. Li Îmraliyê lîderek heye ku ji xwe û bi gelê xwe bawer e. Lewma divê êdî hin tişt bi gotinan bisînor nemîne. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Divê aliyê din cidî tevbigere. Rêgezên me zelal in. Yên li pey hesabên biçûk dê veguherin partiyên tabelayê.”
MECLISA JINAN A MELETIYÊ HATE AVAKIRIN
Piştî axaftinan, Meclisa Jinan a Meletiyê hat ragihandin. Endama Meclisa Partiyê (PM) a DEM Partiyê Sabuha Akdag got ku ew ê têkoşîna jinan mezintir bikin.
Herî dawî jî hilbijartin hat lidarxistin û Nûrhayat Şîmşek û Mûsa Gurz weke Hevserokên DEM Partiyê yên Meletiyê hatin hilbijartin. Kongre, bi gerandina govendê bi dawî bû.
EDENE
Rêxistina DEM Partiyê ya Ceyhan a Edeneyê jî îro 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li muzîkholeke navçeyê hat li darxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu Kutevî, rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Edene, Osmaniye û Hatayê û navçeyên wan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di kongreyê de got ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd û navnîşana çareseriyê Îmrali ye.
Parlamenter Zeynep Oduncu Kutevî jî anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sala ye ji bo aştiyê têdikoşe û got: “Divê îktîdar ji bo bangên aştiyê gavên şênber biavêje.”
Piştî axaftinan raporên fealiyetan û darayî hatin xwendin. Herî dawî jî Emîne Baykara û Tahir Ozdemîr weke hevserokên nû hatin hilbijartin.
AMED
Rêxistina DEM Partiyê ya Bismilê jî 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre li eywaneke dawetan hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Serhat Eren û Ceylan Akça, hevserokên bajar û navçeyan û bi sedan kes tev li bûn. Di kongreyê de pankartên “Xwebirêxistinkirin xweşik dike”, “Em di jiyaneke wekhev û azad de biisrar in. Li dijî şer in”, “Em bi rûmeta xwe hene. Bi berxwedanê mezin dibin” hatin hilayistin. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî parlamenter Serhat Eren got ku her kes xwedî li paradîgmaya Abdullah Ocalan derdikeve û anî ziman ku Abdullah Ocalan peyama cîhaneke bêşer û wekhev dide.
Piştî axaftinan, rêveberiya nû hate hilbijartin.