Bakirhan: Gelo hûn ê şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan kengî ava bikin?

img

RIHA - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newrozê ya li Xelfetiyê de bang li îktîdarê kir û got: “Gelo hûn ê şert û mercên ku birêz Ocalan bikare bi awayekî azad bixebite û muzakereyan bike kengî ava bikin? Hûn li benda çi ne?” 

Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Newroz tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de posterê Abdullah Ocalan hate bilindkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newrozê de axivî û Newroz li gelan pîroz kir.
 
 
 ‘SILAVÊN BIRÊZ OCALAN JOB HEMBAJARIYÊN XWE HENE’ 
 
Tuncer Bakirhan, anî ziman ku Xelfetî ji bo nasnameya Kurdan û têkoşînê xwedî cihekî girîng e û wiha got: “Xelfetî, ji bo jiyaneke wekhev a li vê xakê navendeke girîng e. Kurd li Xelfetiyê bûn, li Xelfetiyê rabûn ser pêyan. Bi têkoşîna birêz Abdullah Ocalan ê Xelfetiyî re digihije nasname, rûmet û aştiya xwe. Em gelek keyfxweş in ku starta Newrozê li vir didin. Hêj çendek roj berê me li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Gelek silavên birêz Ocalan ji bo hembajariyên xwe, xelkê Xelfetiyê hebûn. Newroza we pîroz kir. Hêvîdarim di vê meha pîroz Remezanê de daxwazên we qebûl bibin û bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan ku di Newrozên din de bi me re be. Tenduristiya birêz Ocalan baş bû û mirûzê wî xweş bû.” 
 
‘DÊ BIBE SALA AZADIYA GELÊ KURD’ 
 
Bi domdarî Tuncer Bakirhan diyar kir ku Newroza 2025’an dê bibe sala azadiya gelê Kurd û wiha domand: “Dê bibe starta bidestxistina maf û hiqûqa xwe. Ev Newroz ji bo me tevan gelek girîng e. Ji bo pîrozkirina van Newrozan me can da, bedelên giran dan. Me gelek heval û rêhevalên xwe winda kirin. Bi vê wesîleyê ez di şexsê Muhsîn Melîk, Ferîdun Yazar, Îbrahîm Ayhan de hemû kesên jiyana xwe ji dest dayin birêzdarî bi bîr tînim. Tu tiştek vala nebçû, tu ked vala nehate dayin. Îroj em li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dayin, êdî têkoşîna kesên bedel dayin dê bi xwe re hemwelatiya wekhev û demokrasiyê ji bo gelan bîne. Em di qonaxeke dîrokî de ne ku rojên xweş li pêşiya me ne.” 
 
‘DIVÊ POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ BÊN BIDAWÎKIRIN’ 
 
Bakirhan, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Ev bang, banga vexwendina demokrasî û aştiyê ye. Banga vexwendina xwişk-biratiyê ye. Banga bidawîkirina polîtîkaya înkarê ya sed sal in didome ye. Ev bang, banga pêkvejiyana wekhev a Kurdan, Elewiyan û gel û baweriyên din e. Lewma divê di serî de em xwedî lê derkevin. Ji ber ku di vê bangê de dibêje ku bila Kurd bibin hemwelatiyên wekhev, bila jin neyên qetilkirin, bila mafên ciwanan bên dayin û pêşeroja wan neyê dizîn. Dibêje bila li îradeya Xelfetiyê qeyûm neyê tayînkirin û înkara sessalan bi dawî bibe. Lewma weke hembajariyên birêz Ocalan, divê herî zêde hûn ciwan û jin xwedî li vê bangê derkevin. Gelo ciwanên Xelfetiyê amade ne ku xwedî li banga birêz Ocalan derkevin û mal bi mal, kolan bi kolan vebêjin? Jinên hêja, birêz Ocalan silava herî mezin ji we re şand. Got; ‘Pirsgirêka jinê mezintirîn pirsgirêka cîhanê ye.’ Gelê Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek pêş ketin. Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ji Hindistanê heta Arjantînê deng veda û têkoşîna jinên Kurd ji bo cîhanê bû mînak û veguherî modelekê. Kedeke mezin a birêz Ocalan di têkoşîna azadiyê ya jinan de heye.” 
 
‘GELO HÛN AMADE NE VÊ BANGÊ BIGIHÎNIN GELAN?’ 
 
Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna birêz Ocalan çiqasî ji bo mafên demokratîk ên gelê Kurd bin, ewqas jî ji bo azadiya jinan e. Lewma jî yek ji dînamîkên ku divê herî zêde xwedî li vê bangê derkeve jî hûn hevalên jin in. Gelo hûn amade ne vê bangê bigihînin gelên Turkmen, Ereb ên li Xelfetî û Rihayê dijîn? Birêz Ocalan di bangê de dibêje ‘ bila xwîn nerije. Bila êdî ciwanên Xelfetiyê jiyana xwe ji dest nedin. Bila êdî birayên me yên Çanakkale, Edîrneyê nemirin. Li şûna pevçûn û tundiyê, em pirsgirêka Kurd bi rêyên diyalog û muzakereyan çareser bikin. Em Tirkiyeyê demokratîk bikin. Em Tirkiyeyeke demokratîk a ku êdî mirov nayên girtin, nayên qetilkirin û ji ber fikrên xwe destên wan nayên kelemçekirin ava bikin.’ 
 
Tenê dê Tirkiye ji vê bangê bibandor nebe. Dê bandorê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê jî bike. Binêrin, piştî banga birêz Ocalan di navbera HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de mutabeqetek hate îmzekirin. Di vê mutabeqetê de wekî birêz Ocalan gotibû, têkoşîna hevparbûna rêveberiyê ya Kurdan bû. Banga wê ye ku Kurdên bênasname bi nasnameya xwe û weke hemwelatiyên wekhev di Sûriyeyeke demokratîk de cih bigirin. Banga birêz Ocalan li her çar aliyên cîhanê deng veda. Cara ewil ji bo bangekê ji her çar aliyên cîhanê piştgirî hate dayin. Ji ber ku di banga birêz Ocalan de xwişk-biratî heye, edalet û wekhevî heye. Jiyaneke mirovane heye. Bêyî bên biçûkxistin, jiyaneke bi nasname û mirovane ya Kurdan heye. 
 
NETEWE DEWLETA YEKPEREST HATE FERZKIRIN
 
Ev sed sal in netewe dewletên yekperest li Rojhilata Navîn hatin ferzkirin. Gelo ma ev bû çareserî? Rojhilata Navîn veguherand gola xwînê. Li Sûriye, Iraq, Îran û li gelek welatên Rojhilata Navîn dewletên yekperest ên ne li gorî xaka Rojhilata Navîn derket holê û divê ev dewlet êdî tune bibin. Em niha di qonaxa serdemeke ku hemû gel û bawerî bi hev re, wekhev û azad dijîn de ne. Heke em wekheviyê bixwazin, heke em bixwazin ev rejîm biguherin, divê mîna îro li Xelfetiyê em xwedî li banga birêz Ocalan derkevin, vebêjin, birêxistin bikin û mezin bikin da ku bi hev re bi ser kevin. 
 
Sed sal berê li Rojhilata Navîn gel û bawerî bi hev re dijiyan. Her tişt bi vê netewe dewletên yekperest dest pê kir. Selahedîn Eyyubî bi sedan sal berê li vê xakê rêveberiya xwe ava kir û tu ferq û cudahî di navbera Kurdan, Elewiyan, Tirkan û Suneyan de nekir. Cihêkarî nedkikir. Di vê feraseta ku Selahedîn Eyyubî sedan sal berê dabû destpêkirin û niha birêz Ocalan didomîne de xwişk-biratî û aştî heye. Pêkvjiyan heye. Zemîneke ku mirov bêyî şer, bêyî pevçûn, bêyî xwîn û bi nasnameya xwe bikarin bijîn heye. Ev heqîqet dê bi piştgiriya we bidome. Sedsal piştre dîsa Selahedîn Eyyubekî Kurd derket û got; ‘Ez înkarkirina Kurdan qebûl nakim, tunehesibandina Elewiyan, qetiklirina jinan nas nakim. Avakirina Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîneke ku Kurd, jin û Elewî tê de wekhev dijîn û cihêkarî lê nayê kirin pêkan e.’ Mirov çiqas pê serbilind be dîsa jî kêm dimîne. Ev tevek jî ji hêla hembajariyê we, xizmê we birêz Abdullah Ocalan ku li ser vê xakê jiyaye ve hatin kirin. Xelfetî çiqas bi xwe serbilind be dîsa jî kêm dimîne. 
 
SEDSALA 21'EMÎN SEDSALA AZADIYÊ YE
 
Birêz Ocalan ev yek ji me re got; ‘Li Tirkiyeyê demokrasî bêyî Kurdan, Elewiyan û jinan nabe. Li Sûriyeyê demokrasî bêyî Kurdan, Êzidiyan, Ermenan û gel û rengên wê derê nabe.' Ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn ku dinyayê nekariye jê re bibe çareserî, rêyek vekir û bi paradîgmaya birêz Ocalan re ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo cîhanê bû mînak. Em serbilind in ku kesayetekî mîna birêz Ocalan ku ji bo mirovahiyê têdikoşe û 27 sal in di hucreyeke 12 metrekareyê de têdikoş e rêheval û rêberê me ye. Lewma jî divê em bi hev re tovê banga birêz Ocalan kiribû bixebitin û mezin bikin. Bêyî cihêkariyê em ê bi nasname û rûmeta xwe, wekhev û bi xwişk-biratî bijîn Banga birêz Ocalan dibêje ku sedsala 21’emîn bêyî Kurdan nabe. Sedsala 21’emîn bêyî Kurdan, demokrasî û wekheviyê nabe. Birêz Ocalan dibêje ku sedsala 21’emîn sedsala Kurdan e, sedsala wekhevî û azadiyê ye. Belê, em jî tev li birêz Ocalan dibin. Sedsal piştre care ewil e ku firsendek derket pêşiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Niha jî ji bo vê firsendê bi demokrasî û wekheviya gelan tacîdar bikin, erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Gelo hûn li gel me ne ku em vê berpirsyartiyê bi layiqî bicih bînin? Hûn jî li gel me ne ku bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane, alaya wan bi serfirazî bilind bikin? Hûn jî ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê bi me re ne? Gelo hûn jî li gel me ne ku Tirkiyeyeke yekperestî, pergaleke adilane, wekhev, xizan têr û her kes bi nasnameya xwe dijî ava bikin? 
 
EM Ê PARADÎGMAYÊ BIPARÊZIN Û BIRÊXISTIN BIKIN
 
Ev bang, dawî nîne. Banga bihêzkirina têkoşînê ye. Bi vê bangê re tu tiştek bi dawî nabe. Bi vê bangê re jinûve dest pê dike. Ciwanno, berpirsyartiya me ye ku em vê bangê bi ruhê ciwanan birêxistin bikin. Berpirsyartiya me ya xwedîderketina li vê bangtê heye. Em niha li vir bi hezaran kesan re ne lê em ê ji vir û şûnde bi Tirk, Turkmen, Kurd û gelên din re xwedî li paradîgmaya herî rasteqîn, rast û adilane ya sedsala 21’emîn derkevin, biparêzin û birêxistin bikin. 
 
BANG LI MECLISÊ KIR
 
Belê, birêz Ocalan bang kir lê îktîdarê heta niha jî gavek neavêtiye. Em li vir, bang li îktîdarê dikin. Gelo hûn ê şert û mercên ku birêz Ocalan bikare bi awayekî azad bixebite û muzakereyan bike ava bikin? Hûn li benda çi ne? Divê ji ewil şert û mercên muzakere û jiyanê yên birêz Ocalan bên başkirin. Piştre jî zemîna berdana rêhevalên me Selahattîn, Fîgen, Leyla û Ayşeyan were amadekirin. Di heman demê de em ê helwesta deletê ya li dijî vê bangê hîn bibin. Em bang li îktîdara qeyûm tayînî Xelfetiyê kirî dikin; heke hûn jidil bin wê demê dîsa hevşaredarên me li peywirên wan vegerînin. Qeyûman paşve bikişînin û dev ji vê zîhniyeta qeyûmperest berdin. Ji ewil di qanûnan de sererastkirinan bikin ku Kurd û gelên din ên Tirkiyeyê bi hev re wekhev û azad bijîn. Ez bang li Meclisê dikim; ev bang bangekî dîrokî ye û rola xwe bilîze û sererastkirinên qanûnî pêk bîne. Ez we tevan bi rêzdarî silav dikim.” 
 
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre jî hunermend Arhat derket sr dikê û stranên xwe got. Pîrozbahî, bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

11/11/2025
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN
08:52 Tê payin li 22 bajaran baran bibare
08:45 Li Behra Spî bi pileya 4.9 erdhej çêbû
10/11/2025
16:48 Şînên li Amedê bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:40 Li Sêrtê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hat dayin
16:20 Şaredariya Mûşê avakirina ‘Meclisa Jinan’ ragihand
16:20 Şîna Îshak Tepe bi girseyî hate ziyaretkirin
16:19 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
15:28 CPT: Tirkiye hejmara baregehên xwe zêde dike
15:10 Dadgeriya Înfazê: Lijneya Çavdêriyê ne ew meqam e ku poşmaniyê binirxîne
14:27 Rêveberiya Amedsporê: Motîvasyona tîma me bilind e
14:22 Hem li dijî zextên hevjînên xwe hem jî yên civakê têdikoşin
13:59 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Aykol name şandin
13:38 Daxwaza sewqa ji bo Îmraliyê kirin hinceta ‘taloqkirina tehliyeyê’
13:18 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
12:02 Hilbijartina Parlamentoya Iraqê sibê ye
11:58 Bagera Fung-wongê bîlançoyeke giran li pey xwe hişt
11:57 Tevî pêvajoyê jî ferzkirina sîxûriyê didome
11:26 ‘Çareseriya herî rast a li dijî tiryakê, piştevaniya rêxistinkirî ya gel e’
10:44 Vaye rêgeha tiryakê: Serkêşiya wê ‘bajarên biewle’ dikin
09:37 Li Êlihê 2 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn
09:21 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bajaran ji nû ve saz dikin’ derket
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2025'AN
09/11/2025
16:55 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin
14:32 Vê hefteyê dê budçeyên 4 wezaretan bên nîqaşkirin
14:20 DFG’ê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin bi bîr anî
14:00 Jinan li Erdîşê şitilên berûyê danîn
13:59 Îshak Tepe wefat kir
13:31 TJA’yê starta 25’ê Mijdarê da
12:17 Wezîrê Edaletê: Biryara têkildarî Demîrtaş li ber destê dadgehê ye
12:17 Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir
11:59 Kesên nêzî saleke daxwaza aştiyê dikin axivîn
11:30 Sala 20’an a bombekirina Pîrtûkxaneya Ûmûtê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
10:30 Li Îtalyayê ji bo bîranîna Nagihan Akarselê mihrîcan hat lidarxistin
10:26 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:16 Şara li Amerîkayê ye
10:15 Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
09:34 Jinên Ocaxa Dêrsimê: Ji bo hêsrên dayikan nebarin divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
09:32 Di pêvajoya şer de 2 zarokên xwe winda kir: Tekane tişta ku êşên min sivik bike aştî ye
09:30 Welatiyên Wanê: Aştî bi yekalî nabe, divê dewlet gav biavêje
09:02 Li bajarê 24 saetan tê şopandin trafîka madeyên hişbirê
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2025'AN
08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin