Peyama Îmraliyê xwend: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di 14’emîn Lijneya Giştî ya Komeleyên Çandê yên Elewiyan de axivî. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku wan nêrîn û pêşniyarên Elewiyan ji îmraliyê re vegotine û ev bersiv ji wan re hatiye dayin: “Elewî tam di dilê vê pêvajoyê de ne. Avakirina komara demokratîk, deynê stûyê me tevan e. Bila ev bang bi vî awayî bê qebûlkirin.” 

 
14’emîn Lijneya Giştî ya Komeleyên Çandê yên Elewiyan li Navenda Çand û Kongreyê ya Neşet Ertaş a Enqereyê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî tev li bû. 
 
Tulay Hatîmogûllari, di lijneyê de bal kişand ser komkujiyên li ser Elewiyan ên li Sûriyeyê û got: “Ev komkujî nû dest pê nekirine. Bi komkujiyên dûvikên DAIŞ û El Nusrayê re li Laziqiyê, Hums, Hema û Banyasê li gundan gelek Elewî hatin qetilkirin. Em bi qirkirinekê re rû bi rû ne. Her wiha polîtîkaya tehcîrê di meriyetê de ye. Hêzên dikarin rê li ber van komkujiyan bigirin, bêdeng in. Lê me li her çar aliyên Tirkiyeyê dengê xwe bilind kir. Bi heman awayî li Heseke û Qamişloyê jî xwişk û birayên me yên Kurd ji bo pêşîlêgirtina komkujiyan di nava hewldanên mezin de ne.” 
 
‘HEWLDANÊN RÊVEBERIYA XWESER JI BO SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK E’ 
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Şamê û wiha pê de çû: “Haya me ji rexneyên we heye. Bawer bikin ku me ev rexne bi Rêveberiya Xweser re parve kirin. Dixwazim bi taybet jî bala we bidim ser xalên 1’emîn û 3’yemîn ên peymanê. Dixwazim hûn bizanin ku Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyeke demokratîk hewl dide. Heta niha berxwedana herî mezin a li dijî DAIŞ, El Nusra û dûvikên wan, Rêveberiya Xweser raber kir ku gelê Kurd û gelên Ereb, Durzî, Êzidî jî di nav de ne. Wan bi têkoşîna xwe nîşanî hemû cîhanê dan ku DAIŞ dikare were têkbirin. Bi taybet jî Rêveberiya Xweser li ser mijara azadî û wekheviya jinê disekine. Dixwaze ji herêmê heta navendê di hemû qedemeyan de cih bigirin. Dixwaze tu ol, ziman û gel rastî cihêkariyê neyên û ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk di nava hewldanan de ye. 
 
PEYAMA ÎMRALIYÊ YA JI BO ELEWIYAN
 
Hem beriya ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan hem jî piştî bangê me li Tirkiye, London û Almanyayê bi Elewiyan re hevdîtin kirin. Gelek Elewî tev li van civînan bûn. Ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, pêşniyarên xwe parve kirin. Me li nêrîn û pêşniyarên nûnerên we guhdarî kir. We ji me re got; ‘Gelo Elewî di ku dera vê pêvaoya demokratîkbûn û aştiyê de cih digirin?’ Me heman tişt ji Îmraliyê re ragihand û ev bersiv ji me re hate dayin; ‘Elewî tam di nîva vî karî de ne. Di dilê wê de ne. Ji ber ku demokrasî tenê ji bo Kurdan nabe, ji bo Tirkan nabe. Di serî de Elewiyên li vî welatî dijîn, avakirina Tirkiyeyeke demokratîk ku hemû gel û baweriyên cuda li ser bingeha hemwelatiya wekhev lê bijîn, deynê stûyê me ye. Bila Elewî vê bangê bi vî rengî qebûl bikin.’ Peyama ji Îmraliyê ya bo Elewiyan ev bû.
 
EM Ê POLÎTÎKAYÊN ÎKTÎDARÊ QEBÛL NEKIN 
 
Me heta niha tu caran polîtîkayên pişaftinê qebûl nekir, me tu caran zîhniyeta ji cemxaneyan re dibêje ‘mala cimbişê’ qebûl nekir û dê qebûl nekin. Me tu caran perwerdeya feraseta yekperest û nîjadperest, projeya ÇEDES’ê qebûl nekir û dê qebûl nekin. Weke DEM Partiyê em bi daxwazên civaka xwe ya Elewî re ne. me polîtîkayên îktîdarê yên li dijî Elewiyan tu caran qebûl nekir û dê nekin. Em ê bi hev re li dijî wan têbikoşin. Heta ku mafê hemwelatiya wekhev didin hemû canên me dê ev welat demokratîk nebe. Em bi hemû daxwazên we yên deomkratîk re ne.”
 
 

Sernavên din

14:57 Bayindir: Ji bo aştiyeke birûmet divê deriyên girtîgehan bên vekirin
14:29 DEM Partî bi Federasyona Komeleyên Herêmî re civiya
13:30 DEM Partî çû serdana DÎSK’ê
12:35 Li Helebceyê merasîma bîranînê dest pê kir
12:00 Di teqîna li Laziqiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:54 Li bakurê Makedonyayê herî kêm 50 kes di şewatê de mirin
11:50 Cemîl Bayik: Serkeftina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
11:17 HSD: Êrişên ser herêmê zêde bûn
11:15 Peyama Îmraliyê xwend: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne
10:59 DBP: Divê Komkujiya Helebceyê wek sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:18 Daxwaza Newrozê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de biaxive
10:14 Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê: Em deyndarên şehîdên xwe ne
10:12 Beşdarên civînên gel: Divê êdî dewlet gav biavêje
09:39 Rojnamegerên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:38 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
09:37 Ji DAD Û DÎK’ê banga Newrozê: Em bi hev re Newroza xwe pîroz bikin
09:24 Welatiyê Elewî yê li Sûriyeyê dijî: Em parastineke navneteweyî dixwazin
09:09 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
09:00 Newroz wê li zêdeyî 100 navendên Ewropayê bê pîrozkirin
09:00 ROJEVA 16’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Li Rihayê amadekariyên Newrozê
15/03/2025
16:43 Konferansa 'Rojhilata Navîn û Aştiyê’ hat lidarxistin
16:25 Tevî nexweşiya giran jî nayên berdan!
16:21 DEM Partiyê bi rojeva ‘bangawaziyê'serdana DÎSK’ê kir
15:21 Xizmên windayan: Divê dewlet lêborînê bixwaze
15:07 Li Qada Galatasarayê lı aqûbeta Erîştî hat pirsîn
14:54 Di pîrozbahiyên Newrozê de bang li desthilatê kirin: Gav bavêje
14:17 Li Serhedê agirê Newrozê hat vêxistin: Berpirsiyariya banga dîrokî li ser milê me hemûyan e
13:49 Li Sûriyê di 24 saetan de 33 kes hatin kuştin
13:00 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin
12:37 Sîrîn tê bombebarankirin
12:34 Li 10 navendan pîrozbahiya Newrozê
09:45 Bi Newrozê re kar û barê terziyan jî zêde bû
09:12 Alimê olî Enver Emîrkûlû: Divê dewlet erka xwe pêk bîne
09:09 Krîza aborî ya li Îranê bandor li danûstendina cejnê jî kir
09:07 Bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike: Ez ê îsal ji bo aştiyê pêbixim
09:07 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Neavêtina gavan fikaran zêde dike
09:02 ROJEVA 15'Ê ADARA 2025'AN
14/03/2025
16:38 SOHR: Li Sûriyeyê di 24 saetan de 110 kes hatin qetilkirin
15:16 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Partiya Saadetê
15:05 Ji bo Newrozên li Edene û Mêrsînê banga tevlibûnê hat kirin
14:17 TJA: Dayika Sakîne dê di têkoşîna me de bijî
14:06 MSD: Em danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî red dikin
13:55 Di doza Dayikên Aştiyê de biryara beraetê hat dayin
13:33 Li Curnê Reş agirê Newrozê hat hilkirin: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
13:20 HSD’ê bîlançoya êrişên dawî aşkera kir
13:10 ÎSÎG: Her sal 60-70 zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin
13:09 Serlêdana li dijî astengkirina berdana Mehmet Saît Yildirim hat redkirin
12:55 Zozanên Hozanê bi helîkopteran hate bombebarankirin
12:44 Newroza warê Mazlûm Dogan: Divê Ocalan azad bibe
12:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat bi girseyî hat oxirkirin
12:04 85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin
11:15 Ciwanê ji qeyûm re got ‘diz’ hate binçavkirin
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
09:48 Bi ser qedexeya Şirnexê re 9 sal derbas bûn: Hêj jî birîn nehatine dermankirin
09:47 Ji salên 90’î vir ve tevlî Newrozan dibe
09:38 Ji salên 90'î û vir ve pîrozbahiyên Newrozê
09:27 Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’
09:27 Cemîl Bayik: Ji bo kongre bicive divê şert û merc ava bibin
09:01 Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Demîr: Pêşî divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 14’Ê ADARA 2025’AN
13/03/2025
17:11 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:26 Li Îzmîrê agirê Newrozê li Kadîfekaleyê hat vêxistin
16:12 Platforma DGD’ê: Ji bo çareseriyê em ê berpirsyartiyê li xwe bigirin
16:08 Di Newroza Xelfetiyê de tekane daxwazek hebû: Bila Ocalan azad bibe
16:02 Ji bo Newroza Cizîrê bang hate kirin
15:44 Tevî agirbestê jî di 2 rojan de 715 êriş hatin kirin
15:33 DEM Partî bi rojeva ‘bangê’ çû serdana ÎHD’ê
15:30 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya EMEP’ê re hevdîtin kir
15:15 Rapora girtîgehan: Binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk tên kirin
15:03 Bakirhan: Gelo hûn ê şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan kengî ava bikin?
14:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê sibe li Amedê bê definkirin
13:25 Sînorê birçîtiyê derket 22 hezaran û yê xizaniyê jî derket 79 hezaran
13:20 Wezareta Parastinê têkildarî ‘peymana Sûriyeyê’ daxuyanî da
13:19 SOHR: Di nava 24 saetan de 177 kes hatin qetilkirin
12:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:57 Newroza Xelfetiyê: Ev agir heta Kurd azad dibin dê her geş be
11:49 Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da
10:55 Efrînî amadekariya vegera Çiyayê Kurd dikin
10:49 Kuçukbalaban: Divê bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bidin banga dîrokî
10:09 Kesê weke ‘bijîşkê salê’ hatibû hilbijartin ji ‘sextekariyê’ hate girtin
09:41 Serokê ABF'ê Aslan: Li Sûriyeyê elewî tên qirkirin
09:40 Piştî qeyûm hate tayînkirin pere hate şandin
09:30 Li Botanê civînên gel: Di nav gel de biryardarî û hêviyeke mezin heye
09:19 Yamanê ku li Romayê 3 mehan bi Ocalan re ma: Rêbertî digoti 'dovê em xwe nû bikin'
09:06 Bav Acar ê ku du keçên wî jiyana xwe ji dest dane: Min êşa du zarokan kişand, bila kesên din nekişînin
09:05 ‘Em ji bo azadiyê agirê Newrozê vêxin û têkoşînê geş bikin'
09:04 Qeyûm ji bo fîlmî bi deh hezaran lîre veqetand lê fîlm li holê nîne!
09:04 Sal bi sal dirûşmên Newrozê
09:03 Serokê Baroya Sêrtê: Divê pêvajo bi hiqûqnasan re di nava ahengekê de be
09:00 Navên hunermendên dê beşdarî Newrozê bibin aşkera bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2025'AN
12/03/2025
20:56 Balafirên şer gundekî Sirînê bombebaran kirin
20:53 Kesên di Komkujiya Gaziyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:55 Tehliyeyên girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin astengkirin
16:50 Danişîna doza Ayşegul A. hate taloqkirin
16:33 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya Partiya DEVA’yê re hevdîtin kir
16:32 Li gelek bajaran bi gel re civîn hatin lidarxistin
15:48 Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî Elewiyan hat şermezarkirin
15:22 Li Îranê 2 jinên tev li pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn hatin binçavkirin