STENBOL - DEM Partî di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çû serdana DÎSK’ê.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hatibû parvekirin, dest bi serdanên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kiribû. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re di vê çarçoveyê de çûn serdana Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK). Hevdîtin, li navenda giştî ya lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Ez dikarim bibêjim ku di pêvajoyeke wiha de serdana DEM Partiyê gelek girîng e. Em bi xêr hatina wan dikin. Em ê bi hev re pêvajoya pêş binirxînin.”
'AŞTÎ MESELEYA ME TEVAN E’
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û ev tişt anî ziman: “Weke hûn jî dişopînin, em piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ diçin serdana partiyên siyasî, rêxistinên kedê, sendîka û rêxistinên civaka sivîl. Li hêla din jî ji bo li her devera Tirkiyeyê vê meseleyê vebêjin, bi gel re hevdîtinan li dar dixin. Meseleya aştiyê, gelek girîng e. Ev meseleye 85 milyon insanan eleqedar dike lewma em dixwazin bi tevan re nîqaşan bikin. Aştî, meseleya me tevan e. Lewma di serî de DÎSK, divê rêxistinên ked û pîşeyî xwedî lê derkevin û piştgiriyê bidin. Hêvîdarim ku di rojên pêş de em zemîneke bêhtir demokratîk bijîn. Em ji bo vê pêvajoyê piştgiriyê dixwazin.”