ÊLIH - Qeyûmê Êlihê, ji bo ku di tedbîrên teserûfê de asê nemîne, 4 milyon û 483 hezar TL ji bo Festîvala Qehwe û Çîkolatayê ya ku di 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan de li dar xist xerc kir. Qeyûm îhaleyê da Organîzasyona HBS'ê ku di heyama qeyûmê de bi milyonan pere qezenc kiribû.
Hat diyarkirin ku Şaredariya Êlihê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, ji bo ku di tedbîrên teserûfê de asê nemîne, dema 1'emîn Mîhrîcana Qehwe û Çîkolatayê guherandiye û îhaleyeke nû daye Organîzasyona HBS'ê ya ku di dema qeyûmên berê de bi milyonan pere qezenc kiriye.
Rêvebiriya Midûriyeta qeyûm dîroka mîhrîcana ku dihat plankirin di navbera 19-23'yê Nîsanê de bê lidarxistin guherandiye û bi 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan re daye destpêkirin. Ji bo mihrîcanê di 21'ê Adarê de bi 4 milyon û 483 hezar û 51 TL îhale hat kirin.
Di şartnameya îhaleyê de tiştên wekî sazkirina standê, materyalên çapkirî, materyal (macûna osmanî, garisên teqandî, şekir, nepox û hwd.), lîstik, parkûra surviorê, kargeh, peydakirina pêşkeşvanan, konser û hwd. cih girtine.
Mîhrîcan di navbera 19-23 Nisanê de hat lidarxistin.
Her wiha şîrketa ku îhaleyê jî girt balê dikişîne. Qeyûmên berê jî bi milyonan TL îhale dabûn Organîzasyona HBS'ê.
Qeyûmê Amedê jî ji bo "festîvala Rêya Çandê ya Sûrê" îhale dabû heman şîrketê. Qeyûm, di 10'ê Cotmeha 2023'yan de îhaleyê bi milyon û 519 hezar û 400 TL'yî dabû şîrketa navborî.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di navbera 2022-2023'yan de 5 îhale dabûn Organîzasyona HSB'ê. Her wiha îhaleya Mala Dengbêjan jî pêşkêşî wê hatibû kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncûyê meseleyê xistibû rojeva meclisê. Zeynep Odûncûyê ji Wezarî Karên Navxweyî Alî Yerkîkaya pirsîbû ku rojeke mîhrîcana navborî milyon û 120 hezar TL derbas kiriye.