NAVENDA NÛÇEYAN - Korgeneral Yaroslav Moskalik di êrişa bombeyî ya li Moskovê de jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Balashkha ya Moskovê bombeya di wesayîta Cîgirê Serokê Daîreya Hereketa Sereke ya Serokatiya Serfermandariya Giştî ya Rûsyayê Korgeneral Yaroslav Moskalîk de hatibû bicihkirin, hate teqandin. Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku Moskalîk di êrişê de jiyana xwe ji dest daye û têkildarî êrişê lêpirsîn hatiye destpêkirin.