AMED - Li gorî rapora Şaxa ÎHD’a Amedê, di sala 2024’an de li bakurê Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinên mafan hatin jiyîn û mafê jiyanê yê 117 sivîlan hate binpêkirin.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora 2024’an a binpêkirina mafên mirovan a li bakurê Kurdistanê aşkera kir. Şaxa ÎHD’ê rapor bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Civîn li avahiya ÎHD’ê ya Amedê pêk hat.
Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî. Yilmaz, diyar kir ku ji bo aştiyê gelek hêvidarin û wiha axivî: “Bi salan ‘pirsgirêka Kurd’ bû sebeba êşên giran. Hebûna gelê Kurd nehat qebûlkirin. Ji ber înkarê pirsgirêka Kurd derket holê. Di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bang kir. Em jî dibêjin ku rapora me jî bibe wesîla azadiyê.”
PIRSGIRÊKA KURD
Cîgira Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Rûmeysa Denîz Kaya jî beşa nirxandinê ya raporê xwend. Rûmeysa Denîz Kaya, wiha got: “Bi polîtîkayên nijadperest, dijminatiya jinan berdewam dike. Polîs û leşker bûn sebeba gelek binpêkirina mafên mirovan. Bi keyî mafê sereke qedexe kirin. Mafê gel a hilbijartinê bi polîtîkayên qeyûme berdewam dike. Qeyûm avêtin ser 7 şaredariyan. Di çalakiyên ji bo şermezarkirina qeyûm de gelek kes bi tundiya polîsan re rû bi rû man û hatin girtin. Divê pêşiya siyasetê werê vekirin, şer bê rawestandin. Pirsgirêka Kurd bi aliyê çekan nayê çareserkirin. Em hêvîdarin ku pêvajoya hatiye destpêkirin bike dawî û aştî pêk bê.”
Rûmeysa Denîz Kaya, da zanîn ku binpêkirinên mafan li gorî par zêdetir bûne û bi awayekî sîstematîk didomin. Rumeysa Denîz Kaya, diyar kir ku li bakurê Kurdistanê herî kêm 108 jê zarok bi giştî 2 hezar û 14 kes hatine binçavkirin,8 zarok herî kêm 308 kes hatine girtin, herî kêm li 12 kesan cezayê hefsê hatiye birîn, herî kêm 972 caran bi ser mal/kargehan de hatiye girtin. Rûmeysa Denîz Kaya, têkildarî daneyên azadiya fikr û xweîfadekirinê de jî got ku di 178 dosyayan de der heqê 60 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, di 20 dosyayên dozan de der heqê 108 kesan doz hatiye vekirin, rojnameger û siyasetmedar jî di nav de di 23 dosyayan de der heqê 93 kesdan de cezayên hefsê û yê pereyan hatiye birîn.
‘TEHLIYEYA HERÎ KÊM 32 GIRTIYAN HATE TALOQKIRIN’
Di berdewamê de Rûmeysa Denîz Kaya got ku di heman salê de 109 girtî li derveyî daxwaza xwe sewqî girtîgehên cuda hatine kirin, herî kêm mafê tenduistiyê yê 125 girtiyan hatiye binpêkirin, herî kêm mafê hevdîtinê yê girtiyekî hatiye binpêkirin, der heqê herî kêm 74 girtiyan de bi sedemên cuda lêpirsîn hatiye destpêkirin, herî kêm li 40 girtiyan cezayê disiplînê hatiye birîn, herî kêm 22 girtî rastî tecrîd û îzolasyonê hatine, tehliyeya herî kêm 32 girtiyan bi hincetên cuda hatiye taloqkirin.
'DIVÊ HIKÛMET JI BO AŞTIYÊ NEXŞERÊYEKÊ DERXÎNE’
Rumeysa Denîz Kaya, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got ku ji bo aştiyeke birûmet û mayinde firsendeke û divê dewlet û hikûmet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nexşerêyekê dane holê, muzakereyan xurt bike, bike ku aktor bikarin rola xwe bilîzin. Her wiha xwest ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, sererastkirinên qanûnî û makeqanûnî bên kirin.
DANEYÊN BINPÊKIRINAN
Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Omer Saman jî rapor xwend. Saman, da zanîn ku li bajarên bakurê Kurdistanê 3 welatî bi awayekî keyfî hatin kuştin û 4 welatî jî hatin birîndarkirin. Bi domdarî Saman anî ziman ku li girtîgehên bakurê Kurdistanê 11 girtiyan bi îdiaya “întîharê” jiyana xwe ji dest dane. Saman, daxuyand ku di êrişên cuda de 3 endamên partiyên siyasî hatine kuştin, di teqînan de yek jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 52 jin hatine kuştin. Her wiha Saman da zanîn ku di encama tundiya nava malê de 14 zarok hatine kuştin.
Li gorî daneyên di raporê de cih girtin, di sala 2024’an de li bakurê Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinên mafan hatin jiyîn û mafê jiyanê yê 117 sivîlan hate binpêkirin.