RIHA - Romana nivîskar Şerîf Yilmaz a bi navê “Lawikê Gundî” bi îdiaya “weşana piştgiriyê dide rêxistinê” hatibû desteserkirin. Yilmaz, li dijî biryara komkirin û qedexekirinê îtîraz kir.
Nivîskar Şerîf Yilmaz (62) li Semsûrê dijî û di 28’ê Mijdara 2024’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi ser mala wî de hate girtin. Yilmaz, di serdegirtina malê de hate binçavkirin û romana wî ya bi navê “Lawikê Gundî” ku evîna di navbera Xemgîn û Gulbînê de vedibêje, hate desteserkirin. Pirtûka behsa xeberê di 15’ê Gulana 2022’yan de ji hêla Weşanxaneya Ronyayê ve hatiye çapkirin û ji bo biryara komkirin û qedexekirinê, li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê serlêdan hate kirin. Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar a Semsûrê, di 28’ê Kanûnê de serlêdana serdozgeriyê ya bi îdiaya “weşana piştgiriyê dide rêxistinê” qebûl kir û ji bo pirtûkê biryara komkirin û qedexeyê da. Nêzî 4 mehan piştre anku di 18’ê Nîsana 2025’an de biryar ji Yilmaz re hate teblîxkirin.
Piştî teblîxkirina biryarê, parêzerê Yilmaz li dijî biryarê îtîraz kir. Di daxwaznameyê de hate gotin ku dadgeriyê rojek piştî daxwaza dozgeriyê biryara xwe daye û biryar beriya ku wergera wê ya Kurdî ji hêla kesên pispor ve were kirin hatiye dayin. Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku pirtûk ji ber ku bi Kurdî ye lewma hatiye qedexekirin. Di daxwaznameya îtîrazê de hat xwestin ku biryara qedexekirinê were betalkirin.
ŞERÎF YILMAZ KÎ YE?
Şerîf Yilmaz, di sala 1963’yan de li gundê Xemşîgê yê navçeya Kolikê ya Semsûrê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê Xemşîgê xwend û dibistana navîn jî li gundê Mazilê xelas kir. Piştî salên 2000’î jî di hinek partiyên siyasî de xebat meşand û di sala 2009’an de li KURDÎ-DER'ê dest bi xebatan kir. Bi girtina komeleyê re jî xebatên xwe yên bi Kurdî domand û hevserokatiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Feratê (Ferat DER) ku di 1’ê Tebaxa 2019’an de hate avekirin kir. Romana wî ya “Lawikê Gund” tekane romana wî ye.