AMED - Jinên tev li deklarasyona "Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê" de cih girtin, diyar kirin ku sedema zêdebûna bikaranîna tiryakê ya li Kurdistanê, polîtîkayên şerê taybet ên dewletê ye.
Duh li Amedê bi pêşengtiya saziyên demokratîk platforma "Şiyar Be! Platforma Tekoşîna Li Dijî Tiryakê” hate damezirandin. Bi vê boneyê ji Parka Sumerê heta Birca 7 Birayan meş hat lidarxistin û piranî ciwan û jin tev li bûn. Jinên beşdarî çalakiyê bûn, diyar kirin ku bi taybet jî bikaranîna tiryakê li Kurdistanê zêde dibe û ev yek jî parçeyeke şerê taybet ê dewletê ye.
'POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET E’
Ji meşvanan Hediye Levent diyar kir ku ji bo li dijî tiryakê têbikoşe tev li meşê bûye û got: “Gelek ciwan êdî tiryakê bi kar tînin. Heta bikaranîna tiryakê belavî dibistanan jî bûye. Divê li dijî vê tevdîrên cidî bên girtin. Lê ji ber ku ev tevdîr nayên girtin lewma em li vir in. Bi taybet jî li Kurdistanê ciwanan neçarî tiryakê dikin. Ev rewşekî polîtîk û şerê taybet e. Anku bi taybetî tê kirin. Ev meseleyeke girîng e lê tevdîr nayên girtin. Divê rayedar rê nedin vê û tevdîran bigirin.”
'PERGALA KU TIRYAKKÊŞIYÊ ZÊDE DIKE HEYE’
Hevseroka Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê ya Amedê Duygu Ozbay jî li seranserî welat tiryakkêşî zêde dibe û got: “Em bi daxwaza bidawîkirina vê rewşê civiyan. Pergaleke ku tiryakkêşiyê xurt dike heye. Em dizanin ku li vê herêmê ji bo tiryakkêşî û tiryakê polîtîkayên şerê taybet di meriyetê de ne. Lewma jî ji bo ev konsept bi dawî bibe, divê pêşiya hemû cureyên bendîbûnê bê girtin. Ji bo vê jî em hêzê didin vê çalakiyê. Ciwanên me mexdûr in. Divê berê ciwanan ne li vê jehrê, li hêviyê be.”
Lîstikvana futbolê Ozge Ugurgîl jî da zanîn ku ji bo berteka xwe nîşan bide tev li meşê bûye û ev tişt anî ziman: “Weke werzîşvanekê ez bendîbûna tiryakê rast nabînim. Divê mereqa ciwanan ne ji bo tiryakê, ji bo sporê hebe. Li şûna ku li kolan û parkan bi tiryakê re xwe bixeniqînin, bila berê xwe bidin sporê. Ji ber ku gel berteka pêwîst nîşan nedaye lewma ewqas zêde bûye. Êdî divê were kirin ku bikaranîna wê kêm bibe.”
'DIVÊ EV REWŞ ÊDÎ WER BIDAWÎKIRIN’
Zekiya Yilmaz jî bi lê vkir ku hewceya fihûş û bikaranîna tiryakê were bidawîkirin û got: “Em ê vê rewşê qebûl nekin. Di nava 7-8 salên dawî de bikaranîna tiryakê pir zêde bûye. Kî dibe bila bibe em ê nehêlin tiryakê bi kar bînin. Ev polîtîka herî zêd li Kurdistanê di meriyetê de ne. Ji ber ku naxwazin li Kurdistanê tu kes daxwaza mafên xwe bikin. Li gorî wan hema ciwanek tev li siyasetê nebe, çi dike bila bike. Em jî dê xwedî li maf û nasnameya xwe derkevin. Jixwe dewlet ciwanan hînî tiryakê dike. Divê êdî ev yek were bidawîkirin.”
MA / Heval Onkol