WAN - 58 rêxistinên jinan ên ji bo komxebatê li Wanê hatin gel hev, xwestin aqûbeta Rojîn Kabaîş û Gulistan Dokuyê bên aşkerakirin û xwestin lêpirsîneke bibandor û serbixwe were desptêkirin.
Komxebata Navberê ya 28’emîn a Komxebata Stargehên Jinan a Mor Çatiyê û Navendên Piştevaniyê ku bi malovaniya Komeleya Jinan a Starê li Eywana Tahir Elçî ya Baroya Wanê hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Komxebat sê rojan domiya û ji 58 komeleyên jinan gelek jin tev li bibin. Piştî bidawîbûna komxebatê, bi beşdariya 58 komeleyan têkildarî xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş daxuyanî hate dayin. Daxuyanî, li pêşiya Baroya Wanê hate dayin. Nûnerên rêxistinên pêkhate yên komxebatê, aktîvîstên TJA’yê Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û gelek kes tev li bûn.
'DÊ JIN HESABÊ BIPIRSIN’
Li ser navê pêkhateyan, Seroka Komeleya Jinan a Starê parêzer Zeynep Demîr daxuyanî xwend û got ku dê hesabê hemû jinên hatine windakirin û qetilkrin bipirsin. Zeynep Demîr, diyar kir ku jin ji bo mirinên jinan ên biguman û hatine windakirin dîsa diqîrin û got: “Rojîn Kabaîş li Wanê hate windakirin. Bi sala ye ji Gulistan Dokuyê agahî nayên girtin. Mekanîzmayên edaletê bêdeng in, rayedar kerr û lal in. Lêpirsîneke şefaf nehate meşandin, faîl tên parastin û delîl tên tunekirin. Saziyên ku ji parastina ewlehiya jinan berpirsyar peywira xwe bicih nayînğin, mafê jiyanê yê jinan bi awayekî sîstematîk tê xespkirin. Ji ber ku li vî welatî tevdîrên ewlehiyê yên ji bo jinan nayên cîbicîkirin, ji ber ku dewlet berpirsyartiya xwe ya pêşîlêgirtina tundiyê bicih nayîne, ji ber biryara derketina ji Peymana Stenbolê îro jin dibin hedef. Di nava malbatê de, li qadên cemaweriyê, li kolanan, li dibistan û kargehan, jiyana jinan di bin xetereyê de ye. Dê jin hesaba her tundiya rewayî jinan tê dîtin bipirsin.”
'DAWÎ LI POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ BÎNIN’
Bi domdarî Zeynep Demîr anî ziman ku weke pêkhateyên komxebatê ew dixwazin aqûbeta Rojîn Kabaîş û Gulistan Dokuyê were aşkerakirin, lêpirsîneke bibandor û serbixwe were destpêkrin. Zeynep Demîr, axaftina xw wiha qedand: “Bila polîtîkaya necezakirinê bi dawî bibe, Peymana Stenbolê bikeve meriyetê. Bila tevdîrên parastinê rast û durist bikevin meriyetê û beyana jinê esas were girtin. Em dixwazin der heqê berpirsyarên di dosyayên jinan de delîlan tune dikin û bi ser lêpirsînan de digirin lêpirsîn were desptêkirin. Dewlet ji bo jinan deyndar e û em ê her roj li kolanan vî deynî bi bîr bixin. Em ê bêdeng nebin, têbikoşin. Em jin li vir in, em ê li qadan bin. Jiğ bo her jinên hatine windakirin û qetilkirin em li vir in. Jin, jiyan, azadî.”
Daxuyanî, bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî" û "Cînayetên jinan polîtîk in” û bi çepikan bi dawî bû.