STENBOL - Wekîlê DEM Pratiyê Omer Ocalan di kongreya MATUHAYDER’ê de axivî û got ku divê ji bo pêvajoya Abdullah Ocalan daye destpêkirin têkoşîneke mezintir were dayin û dewlet êdî gavan biavêje.
Komeleya Alîkarî û Piştavaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), bi dirûşma “Bi civaka demokratîk re ber bi pêşeroja azad ve” 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bagcilar a Stenbolê hat lidarxistin. Rêveberên Federesyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), SES, parlamenterên DEM Partî Çîçek Otlu, Omer Ocalan û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes tev li bûn. Li eywana ku kongre hat lidarxistin wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin û pankartên li ser, “Hevî neyê tecrîdkirin”, “Azadiya wî azadiya me ye”, “Jin jiyan azadî”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” dinivisî hatin daliqandin. Beriya kongre dest pê bike li eywana kongreyê li ber stran gotin û govend gerandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.
Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Girseyê bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Piştre jî sînevîzyona ku berxwedana li girtîgehan vedigot hate pêşandan.
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat piştre axivî û bi lêv kir ku gelê Kurd li pişt banga Abdullah Ocalan e û got: “Em hêvî dikin ku pêvajoya aştî û aramiyê pêk were û dewlet jî gav biavêje. Ji bo dewlet jî gav biavejê divê em jî bêtir bixebitin. Divê malbat xwedî li sazî û komeleyên xwe derbikevin. Ev komel a me hemûyan e.”
‘DIVÊ EM XWE BIGIHÎNIN HEMÛ CIVAKÊ’
Parlamenter Omer Ocalan jî bi gotina “Em li vir ji Rêber Apo û hemû girtiyan re silavan dişînin” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Ne tenê bakurê Kurdistanê, li çar aliyên Kurdistanê êdî Kurd derbasî merhaleyeke nû dibin. Divê hemû malbatên girtiyan ji vê pêvajoya nû re amade bin. Çapemeniya Tirkiyeyê li gorî xwe çîrokan dibêje lê romana herî mezin li Girava Îmraliyê ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve tê nivîsandin. Em ê xwedî li wê bangê derbikevin. Rêber Apo ne gaveke mezin diavejê. Ew gav ne tene ji bo Kurdan e. Gel û bawerî wê çawa bi hev re bijîn Rêber Apo vê yeke pêş dixîne. Mîrateyeke mezin ji me re hatiyê hiştin. Divê em vê mîrateyê mezin bikin. Li her çar aliyên Kurdistanê pêş ketin hene. Divê em li gor fikir û felsefeya Rêber Apo xwe ji nû vê bikin. Ew banga Aştî û Civaka Demokratîk ne bangeke hesan e. Divê em li gor vê bangê xwe bi rêxistin bikin. Li dijî şerê derûnî jî divê em têkoşîneke mezin pêş bixînin. Ew jî bi rêxistinbûyînê dibe. Rêber Apo jî dibêjê sosyalîzm civakbûyîn e. Divê her roj em bixebitin û bigihîjin hemû civakê.”
‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
Ocalan, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Abdullah Ocalan bi biryar e û got: “Divê êdî siyaseta demokratîk vî barî hilgire ser milên xwe. Hemû kes rêberê rêberan dişopîne û dibêjin modela çareseriyê pêş dixîn e. Ev jî Rêber Apo ye. Em ji bo çareseriyê amade ne. Kurd amede ne. Me zimanê tu kesî qedexe nekiriye û êrişî welatê kesî nekiriye. Ev erdnîgariyeke dewlemend e. Gelek û ol û bawerî û gel hene. Serok Apo weke dewlemendbûnê vê yekê dinirê û dibêje divê em cudahiyan biparêzin. Lê pargela dewletan bawerî û zimanan tune dihesibînin. Em çawa sazî û tevgera xwe xurt bikin. Serok Apo ji me re got, hûn çûn ku derê silavên min li gelê me bikin. Ev der di heman demê de saziya Rêber Apo ye. Em dipirsin dibêjin Serokê me tenduristiya te çawa ye. Tenduristiya wî baş bû. Ji bo bangê jî bi coş bû. Em ê jî ji aliyê hişmendî û fikir ve tedbîrên xwe bigrin. Rêber Apo ji bo bangê bi biryar e. Dibêje ez ê heta dawiyê pêvajoyê bibim. Ev gel evîndarê aştiyê ye. Divê dewlet jî gavan biavejê.”
Dayika Aştiyê Guler Bugday jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan her tim qala aştiyê kiriye ew jî li pişt banga Abdullah Ocalan in û daxwaza wan jî aştî ye. Guler Bugday diyar kir ku ew ê ji bo aştiyê jî bixebitin û got ku divê hemû gel jî piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk bike.
RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN
Piştî axaftinan raporên fealiyet û malî hatin xwendin. Piştî xwendina raporan hevserokên nû û rêveberiya nû hat hilbijartin. Nûrten Karagoz û Mehmet Zekî Kiliç bûn hevserokên nû yên MATUHAYDER’ê.