RIHA - Heyaf Çakir ku piştî 10 salan biraziyê xwe Mustafa Çakir ku endamê Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû û çeka xwe îmha kir dît, got: "Em dixwazin wî li vir di nava siyasetê de bibînin."
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 9'ê Tîrmehê de, PKK'ê di 11'ê Tîrmehê de li herêma Şikefta Casenê ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe merasîmek li dar xist. Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêkhatî, bi pêşengiya Hevseroka KCK'ê Besê Hozat, banga Abdullah Ocalan esas girt û çekên xwe bi îradeya xwe şewitandin.
Xizmên kesên ku tevli têkoşîna azadiya kurd bûne, bi heyecan û hêvî li ber ekranên televîzyonê rawestiyan ji bo merasîmê. Gelek ji malbatên koma 30 kesî derfet dîtin ku piştî gelek salan xizmên xwe bibînin.
Heyaf Çakır ku li taxa Midêb a navçeya Pirsûs a Rihayê, piştî 10 salan biraziyê xwe Mustafa Çakir (Faîk Baran) di televîzyonê de dît. Çakir diyar kir ku biraziyê wî di sala 1983'yan de çêbûye û bi salan li Dîlokê xebitiye da ku debara malbata xwe bike û siyasetê bike. Wî her wiha got ku biraziyê wî di sala 2010'an de berê xwe daye çiyê û tevlî PKK'ê bûye.
Çakir diyar kir ku hin xizmên wî ji ber sînorê di navbera wan û Kobanê de li aliyê din mane û got ku biraziyê wî ji ber vê sedemê di temenê biçûk de rastiya Kurdistanê dîtiye.
Heyaf Çakır anî ziman ku dema ku Kobanê ji DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin wan biraziyê xwe ku bi salan der barê wî de tiştek nebihîstine, di televîzyonê de dîtine û got ku ew hîn bûne ku Mustafa di şerê li dijî DAIŞ'ê de pêşengî kiriye.
DIXWAZIN ŞER BI DAWÎ BIBE
Heyaf Çakir diyar kir ku dema wan Mûstafa li ser ekranê di vê gava dîrokî ya ji bo aştiyê de dîtiye, ew hem xemgîn bûne û hem jî kêfxweş bûne û got: "PKK gaveke pir dîrokî avêt. Em dixwazin ku AKP û MHP heman gavên dîrokî biavêjin. Em dixwazin ku mirovên me yên li wir demildest vegerin. Em dixwazin ku ev xwîn raweste. Em şer naxwazin. Tekane tişta ku em dixwazin aştî ye."
Heyaf Çakir destnîşan kir ku dêya Mustafa Çakir di sala 2020'an de ji ber krîza dil û bavê wî jî par ji ber astim û nexweşiya KOAH'ê jiyana xwe ji dest dane û got: "Bi salan e her kes bi hesreta zarokan xwe jiya. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku ev pirsgirêk ne bi çekan, lê bi diyalogê çareser bibe. Em dixwazin zarokên xwe li vir di nava siyasetê de bibînin."
MA / Ceylan Şahînlî