ENQERE - Fîlozof û rexnegirê çandê Santîago Zabala diyar kir ku modernîteya kapîstalîst hewl dide têkiliyên Kurd-Tirkan parçe bike û got: “Divê hewldanên Ocalan vala neçin.”
Fîlozof Santîago Zabala, bi peyamekê piştgirî da “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Zabala ku di heman demê de rexnegirê çandê ye, wiha got: “Mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Banga Aştî Civaka Demokratîk a di 27’ê Sibata 2025’an de destnîşan kiriye, dusedsalên dawî yên modernîteya kapîtalîst, di esasê xwe de parçekirina têkilî û tifaqa têkiliyên hezar salî yên gelên Tirk û Kurd hedef girtiye. Ocalan mafdar e û banga hevkarî û tifaqeke nû dike. Divê piştgirî ji vê bangê re bê dayin û gelên Kurd û Tirk li dijî sorkirinên kapîtalîst ên emperyalîzmê ji bo hevkariyê bên teşwîqkirin. Divê hewldanên Ocalan vala neçin.”
ZABALA KÎ YE?
Santîago Zabala li Zanîngeha Pompeu Fabrayê profesor e. Zanîngeh, di sala 1990’ê de ji hêla Hikûmeta Xweser a Katalonyayê ve hate avakirin û navê xwe de ji fîlologê Katalan Pompeu Fabra digire. Li gorî Zabala, wateya felsefeyê ew e ku ji bo xerakirina “vegera li pergala heyî” ya ji hêla kapîtalîzm û populîzma rastgir ve tê ferzkirin, xuyanîkirina rewşên lezgîn (guherîna avhewayê, newekheviya aboriyî û hwd) ên hêj nehatine ferqkirin e.