RIHA - Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê kesên di ERdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî û diyar kir ku ji bo darizandina berpirsyaran dê têkoşîna xwe bidomînin.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi boneya salvegera 26’an a Erdheja Marmarayê daxuyaniyek da û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Daxuyanî, li pêşiya avahiya partiyê hate dayin.
Hevserokê Bajar Nîhat Demîrbîleklî di daxuyaniyê de got: “Rizgarkirina kesekî/ê ya di bin kavilên betonê de jî sê rojan domiya. Avahiyên ku piştî keda bi salan û ya bi şev û roj kiribûn, jê re bûn goristan. Ji bo ku alîgirên wan avahiyan ava bikin, ji bo pereyan li pereyê xwe zêde bikin, li cihên hewcebû li ber îmarê nehatibûna vekirin avahî hatin çêkirin, musaede dan beton û hesinên diviyabû nehatina bikaranîn. Me ji bîr nekir û dê ji bîr nekin. Ji bo darizandina faîlan heta dawiyê em ê têbikoşin. Em îro li vir hem kesên di erdheja 99’an de hem jî di erdhejên 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane bi minetdarî bi bîr tînin. Ji bo êdî terkexemî neyê kirin û kesek jiyana xwe ji dest nede, em banga berpirsyartiyê li rayedaran dikin. Ev cînayet e. Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin.”