STENBOL - BÎSAM’ê rapora xwe ya meha Tebaxê aşkera kir û sînorê birçîtiyê yê malbateke ji 4 ferdan pêk tê weke 26 hezar û 149 TL ragihand. Di raporê de sînorê xizaniyê jî weke 90 hezar û 450 TL hat aşkerakirin.
Navenda Lêkolînên DÎSK/Bîrleşîk Metal-Îşê (BÎSAM) rapora xwe ya sînorên birçîtî û xizaniyê yên Tebaxa 2025’an aşkera kir. BÎSAM’ê da zanîn ku ji bo malbateke 4 ferdên wê hene bikare bi tendurist bijî, mehane divê ji bo xurekê 26 hezar û 149 TL’an mesrefê bike. Ev reqem mehek berê 25 hezar û 952 TL bû. Hat diyarkirin ku dema lêçûnên mecbûrî yên perwerde, tenduristî, avahî, veguhestin, germbûn û hwd. jî li ser tên zêdekirin, ev lêçûn dibe 90 hezar û 450 TL’an.
Di raporê de hate destnîşankirin ku ji bo kesek bi tena serê xwe bikare pêdiviyên xwe yên şexsî pêşwazî bike, mehane herî kêm hewcehî bi 42 hezar û 234 TL’an heye. Ev reqem di meha Tîrmehê de 42 hezar û 4 TL bû. Li gorî daneyên BÎSAM’ê; lêçûnên rojane 871 TL derbas kir.