ŞIRNEX - Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê Şivan Sakman, diyar kir ku ji bo ji “pêvajoya aştiya negatîf” derbasî “aştiya pozîtîf” bibe, civakîkirina aştiyê pêwîst e û got divê tavilê biryara “mafê hêviyê” ji bo Abdullah Ocalan bê sepandin.
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan ve hate destpêkirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek gavên dîrokî avêt. Dewlet û desthilatê bêyî avakirina komîsyona li Meclisê tu gavekî şênber neavêtiye. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şirnexê Şivan Sakman pêvajo nirxand.
Sakman, got: “Dema em asta şerên li cîhanê rûdane dinêrin, em dibînin ku pêvajoya şerê çekdarî ji pevçûnan pêk nayê. Şerê çekdarî; ji ber nebûna edaletê, înkara nasnameyan, xizanî û nebûna rêyên guftûgoyê der dikevin. Ji ber vê yekê divê em vê yekê nîqaş bikin. Nexasim ji bo aştiyeke mayînde û reformên binyadî ji bo civakîkirina aştiyê girîng e.”
‘DIVÊ LI SER ÇARESERIYÊ BÊ SEKINANDIN’
Sakman, destnîşan kir ku divê aktor ji bo civakkîrina aştiyê gavên wêrek û bibiryar biavêjin û wiha pê de çû: “Saziyên civakî, rêxistinên pîşeyî û baro di nava vê pêvajoyê de cî bigirin. Divê her ke bi awayekî erênî tevkariyê li pêvajoyê bike. Ji bo civakîkirina aştiyê divê bê edaletî, xizanî, înkara nasnameyê bên çareserkirin. Divê li ser çarseriya bê sekinandin. Divê her kes bi fikir û pêşniyarên xwe ve karibe bi awayeke pozîtîf tevkariyê bike û ji bo vê yekê rê bên vekirin.”
‘DIVÊ EM DERBASÎ PÊVAJOYA AŞTIYA POZÎTÎF BIBIN’
Sakman, pêvajoya niha em tê de wek “Pêvajoya Aştiya Negatîf” pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mebest ji pêvajoya negatîf rawestandina çekan e. Em piştgiriyê vê yekê dikin û berdewamiya wê girîng e. Lêbelê ji bo mayîndebûna aştiyê divê em ji ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibin. Pêvajo pozîtîf; ew e ku parêzvanên mafên mirovan, baro û rêxistinên civakî bi raporên xwe beşdar dibin. Divê peymana civakî, temsîla hemû pêkhateyên civakî bike ne yekparêz, ve wekhevî, aştî û hemwelatîbûnê esas bigire. Ji bo mayîndebûna aştiyê divê destûra bingehîn a nû û sivîl bê çêkirin. Ji ber vê yekê veraskirina qanûnî pêwîst e. Ji ber vê yekê divê hemû kes bi awayeke çalak di nava pêvajoyê de cih bigire.”
‘DIVÊ TAVILÊ ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ BÊ BICIHANÎN'
Sakman, rave kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de biryara binpêkirina “mafê hêviyê” da. Rexmê bihûrîna 11 salan Tirkiyeyê hêj tu gav neavêtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em em 50 salên dawî yên Tirkiyeyê dinirxînin; em dibînin ku li pirsgirêka Kurd bi awayeke antî demokratîk nêz dibe. Êşên hatin jiyin nîşan dan ku ev polîtîka encam nade. Bi xwişk û biratî, wekhevî û aştiyê ve êş bi dawî dibe. Divê tavilê ‘mafê hêviyê’ bê bicîanîn.”
‘BANGA HEVRÛBÛNÊ’
Sakman, destnîşan kir ku sepanên antî demokratîk ên ne li gorî ruhê pêvajoyê hene û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Em dibînin ku şîn tên astengkirin û midaxile li mafê kombûn û xwepêşandanê tên kirin. Ger em di êşên xwe parve nekin em ê çawa karibin qala aştiya civakî bikin? Divê êş bi hev re bên parvekirin. Îro êşa dayikek li Şirnex, Amed, Stenbol û Îzmîrê hevpar e. Ger em nikaribin qala pergaleke demokratîk bikin em ê nikaribin qala siberojek bikin. Divê em bi êşên xwe re hevrû bibin. Divê em bi raboriyên re hevrû bibin û dersan jê derxin. Heta hevrûbûn pêk neyê travma bi dawî nabin. Ji bo aştî mayinde û civakî bibe em wek parêzvanen mafên mirovan çî ji destên me were em amade ne bikin.”
MA / Emrullah Acar
