‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’

  • rojane
  • 10:26 18 Kanûn 2025
  • |
img

ÎZMÎR - Endama Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan Burcu Çelîk Ozkan, diyar kir ku ji bo mayindebûn û civakîbûna aştiyê divê li ser dîroka erdnîgariyê û bîra cih were axaftin û got: “Em dixwazin pêvajoya aştiyê veguherînin firsendekê û hevdîtinên ser bingeha maf bidomînin.” 

 
Di qedexeyên derketina kolanan ên di navbera 2015-2016’an ên li bakurê Kurdistanê de gelek kes hatin qetilkirin. Definkirina cenazeyên sivîlên hatibûn qetilkirin bi rojan hate astengkirin, destûr nehat dayin wecîbeyên olî bên kirin û sepanên derhiqûqî û dermirovî hatin ferzkirin. Hakan Arslan, di pevçûnên navçeya Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da û hestiyên wî di qutiyekê de radestî bavê wî hatin kirin. Her wiha hestiyên Agît Îpek ku li Dêrsimê di pevçûekê de jiyana xwe ji dest dabû, di qutiyekê de radestî dayika wî Halîse Aksoy hatin kirin. Bi heman awayî li dijî cenazeyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane jî êriş hatin kirin. Destûr nehat dayin wecîbeyên olî bên bicihanîn, destûr dan ku tenê du sê kes tev li definkirinê bibin, şîn hatin astengkirin, nehiştin kes biçe serdana şînên malbatan. Ev sepan, tenê çendek ji wan sepanan bûn ku hem ji hêla wijdanî ve hem jî exlaqî ve bandoreke giran li ser civakê kir. 
 
Înîsiyatîfa Rêzgirtina ji Miriyan re û Edaletê ku di vê çarçoveyê de li Stenbol, Mêrdîn û Mûşê panel li dar xist, niha jî amadekariyan dike ku li Herêma Egeyê panelan li dar bixe. 
 
Endama Înîsiyatîfê parêzer Burcu Çelîk Ozkan, têkildarî rêzgirtina li miriyan û mafên şîn û definkirinê yên di avakirina aştiyê de axivî. 
 
Burcu Çelîk Ozkanê, diyar kir ku dema li mînakên pêvajoyên çareseriyê yên cîhanê dinihêrin, dibînin ku yek ji mijara herî girîng jî hevrûbûna bi mirin û cenazeyan re ye û got: “Lewma jî pêvajoya heyî pêvajoyeke gelek biqîmet e. Ji bo mayindebûn û civakîbûna aştiyê, hewceye li ser dîroka erdnîgariyê û bîra cih were axaftin. Ji bo civakîbûna aştiyê yek ji gavên herî girîng ew e ku dîroka hatiye jiyîn dîsa bê bibîrxistin. Di vê çarçoveyê de rêzgirtina li miriyan, hevrûbûna bi heqîqeta mirinê re, parastina mafên malbatê, derxistinaholê ya binpêkirinên mafan û axaftina van a bi aştiyê re gelek biqîmet e. Bi qasî ji destê me tê em hewl didin li her devera Tirkiyeyê bi vê perspektîfê xwe bigihînin malbatan. Weke înîstiyatîf em hewl didin xwe bigihînin derdorên midaxile li miriyên wan hatiye kirin, nekarîna êşa xwe bijîn. Ji ber ku li gorî me parçeyeke girîng a aştiyê ye.” 
 
HALÎSE AKSOY Û ALÎ RIZA ARSLAN
 
Burcu Çelîk Ozkanê, panela li Mûşê bi bîr xist û da zanîn ku Halîse Aksoy û Alî Riza Arslan jî weke axêver tev li bûne û axaftinên wan rê li ber kêliyên hestiyar vekirine. Burcu Çelîk Ozkanê got: “Lê divê em li ser mafan biaxivin. Em behsa malbatên ku bi salan zarokên xwe nedîtin, yên cenazeyên wan dermirovî hatine radestkirin û her kêlî li wan veguherandina îşkenceyê dikin.” 
 
'DIVÊ DÎROKA HESTIYAR NEKEVE PÊŞIYA DÎROKA AKADEMÎK’ 
 
Burcu Çelîk Ozkanê got ku gelek malbatên heman tiştên Halîse Aksoy û Alî Riza Arslan jiyane û ev tişt anî ziman: “Mînakeke me ya weke Newala Qesaban heye. Dîroka li vê derê li holê ye. Lê rayedarên wê derê heta demekî nêz berê ew der ber îmarê vekirin. Ev, hewldana tunekirina hafizeyekê ye. Dixwazin bidin jibîrkirin. Lê îtîraza me ya li dijî wir xurt bû û bawerim biryara îmarê ya wir hatiye betalkirin. Têkoşînên kolektîf, encamgir in. Di panela li Mûşê de hat gotin ku goreke ku hestiyên gelek kesan tê de ne li Deşta Mûşê ye. Lê cihê behsa wê tê kirin niha tu şopên gorê lê tune ne. Bi vî awayî jî, mixabin dîroka hestiyar dikeve pêşiya dîroka akademîk. Li cihên dîroka hestiyar esas tê girtin jî hewl didin tiştên hatine jiyîn veşêrin. Lê em jî hewl didin bi xebatên xwe li ser vê heqîqetê biaxivin, bîrê zindî bihêlin û ji vî alî ve rêzgirtina li miriyan derxin astekî girîng.” 
 
PANELA LI ÎZMÎRÊ
 
Burcu Çelîk Ozkanê, têkildarî panela li Îzmîrê jî got ku li bajêr hêj şopên xelkê Rum hene, miameleya li dijî penaberan, binpêkirinên li dijî cenazeyên wan, binpêkirinên li dijî jin, zarok û gelê Kurd ên li vê derê. Burcu Çelîk Ozkanê, da zanîn ku xebatên wan encamên baş digire û dê di rojên pêş de paneleke xurt li dar bixin. Burcu Çelîk Ozkanê, axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin pêvajoya aştiyê ya heyî veguherînin firsendekê û hevdîtinên xwe ên li ser bingeha maf, bidomînin. Hêvîdarim daxwazên me pêk bên.” 
 
MA / Can Kirbaş            

Sernavên din

11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû