Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye TÊ NÛKIRIN

  • rojane
  • 12:33 26 Kanûn 2025
  • |

AMED - OHD’ê li gelek bajaran ji bo tevlibûna “Mitînga Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4’ê Çileyê de li Amedê were lidarxistin, daxuyanî da û banga tevlibûnê kir. OHD’ê got: “Parastina ‘mafê hêviyê’, parastina aştiyê ye.” 

Amed’te 4 Ocak’ta düzenlenecek “Umut ve Özgürlük” mitingine katılım çağrısı yapan ÖHD, birçok kentte yaptığı açıklamayla “'Umut hakkı'nı savunmak, barışı savunmaktır” dedi.
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, têkildarî “Mitînga Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4’ê Çileyê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Stasyonê ya Amedê were lidarxistin, daxuyanî da.  Gelek hiqûqnas tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Metna daxuyaniyê ya bi Kurdî Hevserokê Şaxa OHD’ê Muhîttîn Muguç û ya bi Tirkî jî Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Adîle Salman xwend. 
 
Di metna daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di sedemeke ku li Tirkiyeyê rêgeza dewleta hiqûqî bi rengekî sîstematîk tê binpêkirin, di serdemeke ku sepanên îstîsnaî û rewşa awarte êdî hatine mayindekirin de; taloqkirina aştî, civaka demokratîk û avakirina pêkvejiyanê êdî mecbûriyeteke hiqûqî û siyasî ye. Heta zemîna hiqûqî ya aştî, çareseriya demokratîk û edaleta civakî neyê avakirin, ne gengaz e ku Tirkiye û Rojhilata Navîn ji krîzên kûr ên siyasî, civakî û mirovî rizgar bibin. Tişta ji bo îro pêwîst ew e ku pergaleke hiqûq ne tê de ne qeydekî îstîsnayî lê weke hêmaneke sereke be û ne keyfiyet lê mafên mirovan diyarker bin.”
 
BIRYARA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ YA DMME’YÊ 
 
Di berdewama daxuyaniyê de biryara DMME’yê ya têkildarî “Mafê hêviyê” hate bibîrxistin û hat gotin ku DMME’yê ji bo misogeriya vî mafî verastkirinên qanûnî ferz dike. Di berdewamê de hate diyarkirin ku bi ser vê biryara DMME’yê re 11 sal derbas bûne lê Tirkiyeyê tu verastkirinên qanûnî nekiriye, binpêkirina sîstematîk a li dijî bi hezaran girtiyan hatiye domandin. 
 
‘XISTINA MERIYETÊ YA MAFÊ HÊVIYÊ ERKA MECLISÊ YE’ 
 
Di berdewamê de hate gotin ku rejîma înfazê ya azadiyê înkar dike nikare hiqûqa aştiyê ava bike û daxuyanî wiha domiya: “Hiqûqê jî tenê weke amûra cezakirinê dibîne. Rejîmên înfazê yên bêdem û sepanên tecrîda girankirî, rûmeta mirov biçûk dixe, derfetên aştî û çareseriya civakî bi awayekî sîstematîk tune dike. Divê bi banga Konseya Ewropayê û biryarên DMME’yê bên cîbicîkirin, çarçoveyeke hiqûqî ya ku azadiyê esas digire û vê rewşa heyî bi dawî dike were avakirin. Ji bo vê jî divê Meclis tavilê verastkirinên yasayî yên mafê hêviyê misoger dike û azadiyê di navenda hiqûqê de bicih dike bixe meriyetê. Ev berpirsyartiya wê ye.” 
 
OHD’ê, di daxuyaniya xwe de gotina Abdullah Ocalan a “Divê dewlet gava ji bo rêgeza hêviyê biavêje” bi bîr xist û got: “Cîbicîkirina mafê hêviyê; azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan; daxilkirina Kurdan û hemû derdorên civakî ya nava hiqûqê û avakirina hiqûqa entegrasyona demokratîk, şertên pêşîn ên aştiyeke rasteqîn û mayinde ne.”
 
MITÎNGA 4’Ê ÇILEYÊ
 
Daxuyanî, wiha bi dawî bû: “Di 4’ê Çileyê de li Amedê dê di çarçoveya vê berpirsyariyê de ‘Mitînga hêvî û azadiyê’ were lidarxistin. Ji bo mafê hêviyê weke berpirsyartiyeke hiqûqî û civakî bikeve meriyetê, ji bo xurtkirina îradeya aştî û çareseriya demokratîk, bangekî girîng e. Weke ÎHD’ê em dixwazin ku ‘mafê hêviyê’ tavilê bikeve meriyetê, biryarên DMME’ û Komîteya Li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê bên cîbicîkirin, Meclis pêşniyarqanûnên têkildarî ‘mafê hêviyê’ demildest bigire rojeva xwe. Di vê çarçoveyê de; ji bo mafê hêviyê bikeve meriyetê, ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan, ji bo aştî bi temînatên hiqûqî ava bibe; em banga tevlibûna mitîngê li hemû hiqûqans, saziyên demokratîk û gelê xwe dikin. Parastina mafê hêviyê, parastina aştiyê ye.” 
 
OHD’Ê LI GELEK BAJARÊN DIN JÎ BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ KIR 
 
Di heman demê de şaxên OHD’ê yên bajarên Wan, Êlih, Riha, Enqere û Mêrdînê jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de metna hevpar hate xwendin û banga tevlibûna “Mitînga Hêvî û Azadiyê” hate kirin.  
 

Sernavên din

14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye TÊ NÛKIRIN
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê