Bîranîna bo Bahar Hezer: Bêcezahiştin kujeran cesaret dike
- jin
- 14:22 06/12/2022
Li Rihayê û Mêrdînê ji bo Bahar Hezer a hat qetilkirin daxuyanî hat dayîn û bibîranîn û hat destnîşankirin divê bêcezahiştin wêrekiyê dide kujeran.
Li Rihayê û Mêrdînê ji bo Bahar Hezer a hat qetilkirin daxuyanî hat dayîn û bibîranîn û hat destnîşankirin divê bêcezahiştin wêrekiyê dide kujeran.
Wesayîta zirxî ya leşkerên artêşa tirk li bajarokê Etarib a Helebê da ser dayikek û keça wê. Di encamê de dayikê û keça wê jiyana xwe ji dest dan.
Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê encamnameya civîna xwe ya li Silopiyayê eşkere kir. Jinan, diyar kir ku siyaseta bêyî jinan rewa nîne û wiha got: “Em ê stratejiya xwe ya jinûveavakirinê li ser bingeha parastina destkeftiyên jinan û mezinkirina wan birêxistin bikin.”
Girtiya bi navê Zerrîn Yilmaz ku 24 sal in di girtîgehê de ye, xwestibû li ser telefonê bidîmen gel dayika xwe ya nexweş biaxive. Lê daxwaza wê nehat qebûlkirin û dayika wê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çeteleya tundiyê ya ku JINNEWS her meh amade dike, di meha mijdarê de 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin, 13 jin û 4 zarok jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
Hevşaredarên HDP’yî ku tev li civîna Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê bûn diyar kirin ku dewlet jinên ku nikare bêdeng bike dixwaze bi polîtîkayên şerê taybet têk bibe û gotin: "Li dijî polîtîkayên şerê taybet, em ê li dora 'Jin jiyan azadî' xwe bi rêxistin bikin."
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku girtina aktîvîstên TJA'yê parçeyek ji polîtîkayên dijminatiya desthilatê ye û got: "Ev êriş nîşana tirsa desthilatdariyê ye."
Jina bi navê Gulcan A. li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin.
Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas ku piştgirî didan çalakiyên protestoyî yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hatin girtin.
Cenazeyê Rêvebera Şaxa ÎMO’yê ya Rihayê Bahar Hezar ku hatibû qetilkirin, hat definkirin.
Xebatên jinên, qeydên HTS’ê, protestoyên li dijî DAIŞ’ê û tunebûna kirariyên bangêriyê weke hinceta girtina 8 jinên TJA’yî hatin nîşandan.
Rêveberiya Xwecihî ya HDP'ê li Silopiyayê bi beşdarbûna 250 delegeyan civînek li dar xist. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Necla Fîgan Altindag anî ziman ku di pêvajoyeke wiha de lihevkombûna jinan xwedî girîngiyeke gelek mezin e û wiha got: "Em ê qeyûman û hişmendiya wan a li Kurdistanê derxînin."
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di civîna Desteya Rêveberiya Xwecihî ya HDP’ê de axivî, bertek nîşanî binçavkirin û girtina aktîvîstên TJA’yê da û got: “Em soz didin ku li vir jinek tenê bimîne jî em ê têkoşîna jinan bidomînin.”
8 aktîvîstên TJA’yê ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de anîn Edliyeya Enqereyê hatin girtin 13 jin jî bi şertê hefsa malê hatin berdan.
Aktîvîstên TJA’yê ku ji aliyê 12 dozgerên li Edliyeya Enqereyê hatin peywîrdarkirin ve îfadeyên wan tên wergirtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.