‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
- jin
- 11:46 21/12/2022
Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Adalet Omer diyar kir ku pergala li Rojava hatiye avakirin serweran ditirsîne û wiha got: “Em dikarin bi rêxistin û yekitiyê planên serweran vala derxînin. Em çiqas bikaribin bibin hêza civakbûnê ava bikiln em ê ewqas xurt serbikevin.”