Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
- jin
- 10:07 15/11/2022
Hejmara dawî ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ji bo 25’ê Mijdarê bi berga “Em bi jin jiyan azadî diherikin qadan” derket.
Hejmara dawî ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ji bo 25’ê Mijdarê bi berga “Em bi jin jiyan azadî diherikin qadan” derket.
Meclisa Jinan a HDP’A Edeneyê û TJA’yê eşkere kir ku ew ê di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê de li qadan bin.
TJA di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li gundê Hespîstê yê Hezexê bi jinan re civiya. Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr di hevdîtinê de diyar kir ku jin di her qadên jiyanê de rastî tundiyê tên lê belê dê kesek nikare pêşî li ber têkoşîna wan a azadiyê bigire.
Tê xwestin ku Mahşid Nazemî ya îranî ku derbarê wê de biryara darvekirî heye û li Navenda Paşde Şandinê ya Aydinê tê ragirtin dersînor bê kirin.
Endamên KGB’a Îzmîrê diyar kirin ku dê li dijî tundiya ser jinan dakevin qadan û bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkera kirin.
Endama Komeleye Piştevaniyê ya Jinan Ekîn Baltaş, destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezahiştinê “rêça nasnameya dewletê ye” û got: “Li Tirkiyeyê faîl mêr ê lê li Kurdistanê bêhtir kesên xwedî unîforma ne. Divê gotinek hevpar bê gotin."
Rojnameger Habîbe Eren ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku prîzên li qada hevpar naxebitin û rêveberiya girtîgehê ji bo takekeseyîkirina rojnamegeran di nava hewldanên taybet de ye.
Endamê Meclisa Jinan a HDP’a Colemêrg’ê û TJA’yê li navenda bajêr bi daxuyaniyekê starta 25’ê Mijdarê dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew vê sedsalê weke “sedsala jinan” pêşwazî dikin û wiha gotin: “Her êrişeke li dijî jinan, sedema têkoşîn û raperîna me ye.”
Siyasetmedar Nûrsel Aydoganê diyar kir ku di Konferansa Jinê ya Navneteweyî de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” veguheriye dirûşmeke gerdûnî û wiha got: "Jinan malavayiya Ocalan kir, ji ber ku ev dirûşm di serî de jinên kurd diyarî hemû jinên cîhanê kiriye. Beşdaran bi vê dirûşmê dest bi axaftina xwe kirin."
Jinên ku xwestin starta 25’ê Mijdarê ya diyarî Jîna Emînî kirin li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bidin, astengkirin bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” şermezar kirin. Li Stenbolê jî bertek nîşanî êrişên li dijî jinan û sûcê şer hate dayîn.
Jinan li Botanê starta 25’ê Mijdarê dan û gotin: “Li dijî faşîzmê tekoşîna xwe bilind bikin.”
25'emîn Komcivîna Stargeh û Şêwirmendiya Jinan/Navendên Hevgirtinê di mazûvaniya navçeya Sûra Amedê de bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir.
Parlementera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dîler ku der barê kampanyaya îmzeyan a ji bo sekinandina êrişên Tirkiyeyê de axivî, wiha got: "Armanca me ew e ku em kampanyayê li çar perçeyan bidin destpêkirin. Heta qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê li ber Tirkiyeyê neyê girtin, em ê xebatên xwe bidomînin."
Derket holê ku zaroka bi navê Berfîn Ep ku dihate îdiakirin li navçeya Berwariyê xwe kuştiye, hatiye qetilkirin.
Li Wanê di 7 rojan de 4 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Ji Komeleya Jinê ya Starê Rojbîn Bor, bal kişand ser qetilkirina jinan ku wekî "xwekuştinê" tên nîşandan û got ku nezelalkirina van kuştinan, encama "polîtîkaya jinê" ya desthilatê ye.