Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze
- jin
- 09:23 29/6/2021
Vetha Kolanç a li Cizîrê dijî, di temenê xwe yê 20 saliyê de bi zilamekî zewicandî re zewicî û bi salan tundî lê hat kirin. Kolanç ku niha di xebatên jinan de cih digire, diyar kir ku ger ji destê wê bê dê li serê kolanê bisekine û yek bi yek serpêhatiya xwe ji hemû ciwanan re vebêje.