NûJINHA’yê dest bi weşanê kir
- jin
- 10:31 06/1/2021
NûJINHA ku bi pêşengiya Wekfa Çanda Medya ya Jinan ku navenda wê li Stockholmê ye dest bi weşanê kir.
NûJINHA ku bi pêşengiya Wekfa Çanda Medya ya Jinan ku navenda wê li Stockholmê ye dest bi weşanê kir.
Jin ji 5’ê Çileya 2020’an ve, pirsa aqûbeta Gulîstan Dokû ya bi tu awayî agahî jê nayê girtin dikin. Jinan cardin ji bo lêpirsînek bi bandor, banga li rayedaran kirin ku berpirsiyartiya xwe bi cih bînin.
Jinên Ciwan ên HDP’ê pankarta li dijî tacîz, tecawiz, tundiya dewlet û mêr “dema seferberiya mor e” daliqandin.
Qeyûmê Şaredariya Bêgiriyê, Midurê Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê Bunyamîn Polat, tayînî Miduriyeta Xizmeta Jinan û Malbatê kir.
Endama Koordînasyona Jina Ciwan a HDP'ê Kezban Kûday, anî ziman ku bi kampanyaya "Seferberiya Morê" armanca wan, jiholêrakirina rolên zayendî yên civakiyî ye û bang li jinên ciwan kir ku di bin banê kampanyayê de xwe birêxistin bikin.
Jinên Ciwan ên Îzmirî diyar kirin ku ew dê dengê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li kolanan bilind bikin û wiha got: "Cezayê li Leyla Guven birîn li dijî hiqûqê ye. Cezayê li Leyla Guven birîne li me birîne. Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin."
Li gorî çeteleya qetilkirin û tundiya li dijî jinan a Jin Newsê, di sala 2020'an de herî kêm 332 jin û 33 zarok hatin qetilkirin. 110 jin jî, bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan û 49 zarok jî, hatin tacîzkirin û tecawîzkirin.
Di nava salekê de di lêpirsîna Gulistan Dokû de tu pêşveçûn çênebû. Derbarê bersûcê sereke Zaynal Abarakov de tu kirarî nehat kirin. Jinan bertek nîşanî vê rewşê da û banga çalakiyên roja 5’ê çileyê kirin.
Bi ser qetilkirina 3 siyasetmender jin ên kurd re 5 sal derbas bûn. Dayikên her sê jinên siyasetmedar bi minasebeta qetilkirina salvegera 5'emîn re axivîn û destnîşan kirin ku heta kujerên zarokên wan hesab bidin dê têkoşîna xwe bidomînin.
KCDP'ê rapora 2020'an a cînayetên jinan aşkere kir û anî ziman ku di salekê de 300 jin hatin kuştin û 171 jin jî mirî hatin dîtin.
Şaredariya Qersê ya di bin rêveberiya qeyûm de navê Mor Cafe û Xeta Mor yên di serdema HDP’ê de hatibûn vekirin guhert.
Tora Parastina Jinê binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin û gotin: "Em bang li hemû jinan dikin ku bibin dengê hev û îqtîdara mêrê serdest bihejînin."
Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, di nava kuçeyê de cenazeyê dayika 4 zarokan hat dîtin.
Hejmara nû ya Newaya Jinê bi manşeta "Em diherikin şerê we" derket. Rojname li ser komkujiya Parîs û Silopyayê sekiniye
Endamên Kolektifa Jinan a Zanîngehê avahiya AKP'ê ya Enqereyê bi rengê xemrî boyax kirin. Endama Kolektifa Jinan a Zanîngehê Îrem Naz Çelîk, têkildarî çalakiyê got: "Eger em nikaribin rehet rûnên, sedema vê yekê AKP û hişmendiya dewleta mêrê serdest e. Eger em rehet rûnenên, divê ew jî rehet li paldanka xwe rûnenên."