• img

    Wê ji Şengalê heta Lubnanê jin ber bi Efrînê ve biherikin

    • jin
    • 09:12 03/3/2018

    Rêvebera Kongra-Star Newroz Mihemmed, diyar kir ku amadekariyên wan ên 8'ê Adarê didomin. Mihmmed bi lêv kir ku wê ji Minbic, Heleb, Şam, Şengal û Lubnanê jin tev li çalakiya 8'ê Adarê ya li Efrînê bibin û got: "Wê şoreşa li Efrînê bê wateya naskirina nasnameya azad a hemû jinên cîhanê."

  • img

    Jinên Çorluyî: Ligel qedexeyan jî em ê dakevin qadan

    • jin
    • 15:35 02/3/2018

    Qeymeqam çalakiya 8’ê Adarê ya dê roja Yekşemê li Qada Çorlu Heykel bihata lidar bixistin qedexe kir. Jinên biryara qedexeyê nas nekirin, gotin ku dê bi hemû reng û erbaneyên xwe li qadan bin.

  • img

    Jinan li gelek bajaran ji jinên girtî re kart şandin

    • jin
    • 14:31 02/3/2018

    Jinan li Amed, Mêrdîn û Şirnexê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji jinên girtî kartên pîrozbahiyê şandin.

  • img

    Berdewama Angela Davîs: Îro li Efrînê hemû jin Davîs in

    • jin
    • 11:28 02/3/2018

    Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê Angela Reşo li Efrînê li eniyan yek bi yek geriya û ji cîhanê re ragihand û got: “8’ê Adarê tê. Em ê wek jinan ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bikin. Dê her kes di bin van êrîşan de jinên Efrînê jî b

  • img

    Çîroka sirgûn, tundî, kedxwarî û berxwedanê

    • jin
    • 11:07 02/3/2018

    Fîlîz Tural a ji Gimgimê koçî Bûrsayê kir û 20 salan li sirgûniyê jiya, piştî 20 salan disa vegeriya welatê xwe û dest bi hilberîn û jiyanek nû kir. Tural a rastî tundî, zext, kedxwariyê hat û bi berxwedana xwe jiyanke nû ava kir diyar kir ku hêza jinê ya jiyanê xweşik bike heye.

  • img

    Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da

    • jin
    • 17:38 01/3/2018

    Jinên Şirnexî di çalakiya nobeta edaletê ya hefteya 322’yemîn a Roboskê de, starta 8'ê Adarê dan û qûrnefîl li jinên Roboskê yê belav kirin.

  • img

    Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer

    • jin
    • 15:01 01/3/2018

    Platforma Jinan a 8'ê Adarê li Stenbol, Amed, Edene, Mêrsîn, Wan û Nisêbînê daxuyanî dan û bernameyên xwe aşkere kirin. Platforma Jina a Stenbolê bang li hemû jinan kirin ku tev li mîtînga 4'ê Adarê ya Qada Cumhuriyetê a Bakirkoy bibin. Jinên Îdîrî jî bang li hemû jinan kirin ku tev li pîrozbahiyan bibin. Jinan li Nisêbînê qurnefîl belav kirin, li Mêrsînê kart şandin û li Edene û Wanê jî bernameyên xwe aşkere kirin.

  • img

    Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin

    • jin
    • 13:40 01/3/2018

    Platforman Jinan a Îzmîrê, di 8’ê Adarê Roja Kedkarên Jinên Cîhanê, çalakiyên pêk bînin de, dê bi xwe ewlkariya xwe bigirin. Jinan, diyar kirin ku dê tu astengiyên bi hinceta OHAL’ê nas nekin û gotin: “Em ê raperîna xwe veguherînin hêrsê û li qadan bin.”

  • img

    Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin

    • jin
    • 10:48 01/3/2018

    Jinên Edenê û Mêrsînê, diyar kirin ku ligel hemû astengiyên OHAL û êrîşên heyî dê ji qadan dernevin û gotin: “Heya jin li qadan bin dê bi hêz bin. Em ê di sînorên xwe de 8’ê Adarê pîroz bikin.”

  • img

    Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin

    • jin
    • 10:46 01/3/2018

    Jinên Botanê, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê bi ruhê Binevş Agal (Bêrîvan), berxwedana Bêrîvan û têkoşîna Asya Yuksel pêşwazî û pîroz bikin.

  • img

    Tenê jin lê dixebitin

    • jin
    • 09:26 01/3/2018

    Guler Erat ku li aşxaneya Morjîn Mûtfakê ya tenê jin wê bi rê ve dibin dixebite, got: "Divê jin jî bêyî ku bitirsin li her qadên jiyanê bin."

  • img

    Bû remza ked, şîfa û bereketê

    • jin
    • 09:25 01/3/2018

    Belkisa Aşan a ku 30 salên wê yên dawî di nav têkoşînê de derbas bûne, wekî remza kedê, şîfayê û bereketê tê bibîranîn. Aşan, ji bo 8'ê Adarê bang li hemû jinan kir, got: "Divê em bên gel hev û nîşan bidin ku em çi qasî hêzdar in."

  • img

    Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne

    • jin
    • 09:24 01/3/2018

    Endama Malên Gel Zeynep Çelîk, destnîşan kir ku tevî hemû çewisandin û binçavkirinên li hemberî wan jî, ew ê bi berxwedan û têkoşînê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî bikin û got: "Em ê di 8'ê Adarê de nîşan bidin ku em dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernadin."

  • img

    Jinên KESK'î dê dîsa bêjin 'Cîhanek din pêkan e'

    • jin
    • 14:49 28/2/2018

    Jinên endamê KESK'ê, ya Enqereyê têkildarî pîrozbahî û çalakiyên 8'ê Adarê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dê li li dijî tundî, binpêkirina mafên mirovan dakevin qadan û bêjin "Cîhanek din pêkan e"

  • img

    Walîtiya Amedê li qadên vekirî çalakiyên 8’ê Adarê qedexe kir

    • jin
    • 14:49 28/2/2018

    Walîtiya Amedê destûr neda çalakiyên 8’ê Adarê yên ku Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê di navbera 1-10’ê adarê de li derve li dar bixin.

LÊGERÎN