Seroka KADUM’ê: Bila desteka hiqûqî ji bo jinan bê temînkirin
- jin
- 10:25 25/11/2017
Seroka KADUM’ê Asli Pasînlî destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê bi destê hiqûqê tê rewakirin û got: “Jinên tundî li wan tê kirin destekek têr û tije nabînin.”
Seroka KADUM’ê Asli Pasînlî destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê bi destê hiqûqê tê rewakirin û got: “Jinên tundî li wan tê kirin destekek têr û tije nabînin.”
Nazli û Nîgda Okutgen piştî xwişka wan Eda Okutgen hat kuştin, li dijî tundiya li ser jinan dest bi têkoşînê kirin. Nazli û Nîgda Okutgen dinava 3 salan de gelek dozên zayendî yên jinan şopandin.
Meclîsa Jinan a Rêxistinên HDP'ê yên Îzmir û Rihayê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Jinan diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê pêk tê û tundiya li kolan, mal û qadan li dijî jinan pêk tê girêdayî hev in.
KADUM, diyar kir di 5 salên dawî de hezar û 285 jin hatin kuştin û wiha got: “Di dosyayên tundî û komkujiyên li dijî jinan de, dadgehan daxwazên wan bi hincetên ‘Îhtîmala ku raste rast di sûc de zirar neditiye heye’ red kirin.
Jinên li Stenbolê, fêrî lêkdana sporê ya Muay Thaî dibin û li dijî tundiya zilam parastina xwe ya çewherî pêş dixin.
Waliyê Wanê, destûr da mîtînga Wanê ya roja Şemiyê ku dê bi pêşengiya TJA’yê bê lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, diyar kir ku dê jin li qadan ‘Ji tecrîtê re bêjin êdî bese.’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel a girtî, bi boneya 25’ê Mijdarê ji jinan re peyam şand û wiha got: “Tenê îtîraz û redkirin têrê nake. Pergala ku em îtîraz dikin, divê li dijî wê pergaleke me ya nû hebe.”
Li Colemêrgê, piştî hevjînê wê tê girtin Nergîz Açar bi tena serê xwe tesîsa vehesandinê ya li Geliyê Zapê ye dişoxilîne. Açar got ku wê nehiştiye zarokên wê muhtacî tu kesî bibin û ji ber ev yek rewşa ‘divê jin çi bikin’ daye der kêfxweş e.
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê xebatên û çalakiyên jinan dewam dikin. Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê, diyar kir ku bi mufredatan re serdestiyê di malbatê de ava dikin û mêraniya serdest a di civakê de tê parastin, tê pîrozkirin û li dijî vê hişmendiyê divê çalakiya ku Meclisa Jinan a Stenbolê li Kadikoyê pêk tîne, bê destekkirin.
Rojnameger Nazim Daştan, bi navê “Jinên meşiyan paytexta tariyê" ji têkoşîna jinên Kurd, Erep, Xirîstiyan û Êzidî yên di Cenga Mezin a Reqqa de şer kirin û Reqqa ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin, kurte fîlm amade kir.
Yekem jina muhafazakar Sîbel Çelîk, piştî ji kar hat avêtin bi 2 hevalên xwe re dezgeha guhêzbar danîn û findên bi behn difiroşin. Çelîk, diyar kir ku jinên ji kar hatin avêtin dê di 25’ê Mijdarê de jî serê xwe netewîn in.
Jin, dê 25'ê Mijdarê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Parka Musa Anter mîtînga "Azadî dê bi ser bikeve" pêk bînin. Beriya mîtîngê Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk, daxuyanî da û got: "Em ne îteat dikin ne jî bîat dikin. Divê hemû jin di roja mîtîngê de tev li mîtîngê bibin. Tecrîda li ser Ocalan tecrida li ser jinan e. Divê jin dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bikin."
Platforma Jinan a Edeneyê, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, ji girtiyên jin re kart şandin.
Meclisa Jinan a HDP’a Enqereyê bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û wiha got: “Ji kuçeyên Stenbolê heta kuçeyên Amedê xwedî li vê têkoşînê derdikevin.”
Jinan banga ji bo meşa di 25’ê Mijdarê de ji Tunêlê heta Lîseya Galatasarayê pêk bînin kir û got: “Em ê bi hemû rengên xwe li Tunêlê bin.”