Li kargeha xwe ya navê ‘Jiyan’ lê kiriye jiyaneke nû afirand
- jin
- 10:10 04/3/2024
Hayat Ozmez di 16 saliya xwe de hate zewicandin, rastî tundiyê hat û 23 salan piştre karî hev berdin. Ozmez, bi kargeha xwe ya “Jiyan” re jiyana xwe ji nû ve afirand. Di nava esnafên derdorê de tenê esnafa jin Ozmez e û hemû dîwarên li dora wê hatine avakirin rûxand.