Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
- jin
- 20:25 07/11/2023
Aktivîstên TJA'yê ku di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Enqereyê de hatin girtin, piştî salekê derketin pêşberî dadgehê. Aktivîsta TJA'yê Bedîa Akkayayê anî ziman ku têkoşîna wan tê îllegalîzekirin û got: "Em li vir ji ber nasnameya xwe ya jinbûn û kurdbûnê tên darizandin."