Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
- jin
- 10:01 22/10/2023
Hejmara 34’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Tecrîd, rêya nerewa ya fetisandina têkoşînê ye” derket.
Hejmara 34’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Tecrîd, rêya nerewa ya fetisandina têkoşînê ye” derket.
Aktivîsta mafên jinan Sevîm Çîçek diyar kir ku leşker û polîs bi bikaranîna unîformayên xwe li erdnîgariya Kurdistanê bûne aktorê polîtîkayên şerê taybet û bal kişand ser têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan a li dijî van polîtîkayan.
Girtiya nexweşa giran Songul Adin a li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Bunyanê tê ragirtin, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Xwişka Adin, Yuksel Sovu, da zanîn ku tedawiya xwişka wê nayê kirin û wiha got: “Ne li gorî nexweşiya wê li gorî dosyaya wê nezîk dibin.”
Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê xwestin li dijî şerê li Rojava û Filistînê daxuyanî bide. Polîsan daxuyaniyê asteng kir. Jinan bi çalakiya rûniştinê qedexeya daxuyaniyê şermezar kir.
Meclisa Jinan a HEDEP û HDP’ê beriya “Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” ku dê di 11’ê mijdarê de li Enqereyê li dar bixin, atolyeya “lîberalîzm û rêxistibûyînê” li dar xist.
Polîsê ku li navçeya Sêlîm a Qersê îstîsmara zayendî li xwendekara dibistana amadehî kirî hate girtin.
Sekretera Giştî ya BastA’yê Franziska Stier diyar kir ku têkoşîna tevgera jinên kurd a ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin, xweza û civakê bandoreke mezin li Ewropayê kir û wiha got: “Kirin ku em li ser hinek aliyên femînîzmê jinûve bifikirin.”
Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat ê bi navê Ahmet Babat hate birîn.
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê diyar kir ku tundiya li jinê û cinayetên tên kirin asta "qirkirinê" derbas kirine û got: "Pêvajoyên şer û pevçûnî vê tundiyê zêde dikin."
UNFPA’yê da zanîn ku li Gazeyê 50 hezar û 500 jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar hatine hiştin û diyar kir ku zêdetirî 5 hezar û 500 jin dê di vê mehê de biwelidin.
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li seha xwe Tîma Futbolê ya Jinan a Beşîktaşê 1-0 têk bir.
Li bajarê Barîloche yê Arjantînê bi hezaran jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya Pirneteweyî de li hev civiyan. Jin dê roje yekem a kombûnê de mijara "Li Kurdistan û Tirkiyeyê Şoreşa Jinê" dê were nîqaşkirin.
Hejmara 33’yan a Kovara Jinê bi manşeta “Bedena jinê eniyeke şer nîne!” derket.
Endamên Platforma Jinan a Îzmîrê, bertek nîşanî helwesta durû ya AKP’a dersa mirovahiyê dide Îsraîlê û li dijî gelê kurd polîtîkayên şer dide meşandin dan.
Jinên ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kirin ku Tirkiye sûcê li dijî mirovahiyê û şer kiriye û li dijî êrişan îşaret bi têkoşîna hevpar kirin.