Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin

  • rojane
  • 16:18 2 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Tehliyeya girtiya nexweş Besra Erol a 66 salî ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin, salekê hate taloqkirin. 

Tehliyeya girtiya nexweş a 66 salî Besra Erol ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê ragirtin, ji bo salekê hate dirêjkirin. Kurê Besra Erol ê bi navê Evrîm Denîz Erol di Komkujiya Pirsûsê de hatibû qetilkirin. Besra Erol, ji ber axaftina xwe ya li ser gora kurê xwe kirî, di 30’ê nîsana 2019’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û 7 sal û nîv cezayê hefsê lê hate birîn. Besra Erol, diviyabû di 9’ê kanûnê de bihata berdan. 
 
Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê hefteyek berê pirsên weke “Tu poşmanî yan na?” û “Tu çima nav girtiyên siyasî de dimînî?” jê kir û bi hinceta bersivên dayî, tehliyeya Besra Erolê ji bo salekê dirêj kir. 
 
BESRA EROL KÎ YE?
 
Di sala 2015’an de DAIŞ’ê li Pirsûsê bombe teqand û di êrişê de kurê Besra Erol ê bi navê Evrîm Denîz Erol jî jiyana xwe ji dest da. Besra Erol, di merasîma definkirina cenazeyê kurê xwe de got; “Ez kujeran nas dikim” û ji ber vê gotinê doz lê hate vekirin û hate girtin. Besra Erol, salekê girtî ma û piştre hate berdan. Di encama darizandinê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û nîv cezayê hefsê lê hate birîn. Di sala 2019’an de cezayê we teqez bû û hate girtin û şandin Girtîgeha Mûşê. Besra Erol, piştre jî şandin Girtîgeha Jinan a Xarpêtê. Nexweşiyên weke sînuzît, fitq, êşa lingan û tansiyonê yên Besra Erol hene. Di heman demê de ji çavê xwe emeliyat bûye û ji ber ku nexweşiya wê dîsa lê peyda bûye, divê dîsa emeliyat bibe.