Bavê 2 HPG’iyên cenazeyê wan nehatine dayin: Divê dewlet gavan biavêje

WAN - Hesin Erkol ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir û hêj cenazeyên wan negirtiye, diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Divê dewlet gavan biavêje. Heke Ocalan azad bibe dê ev pirsgirêk jî çareser bibe.” 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Nîqaşên têkildarî bangê berdewam in. Herî zêde jî malbatên zarokên xwe di şer de winda kirin piştgiriyê dan bangê. Malbata Erkol ku li Wanê dijî, diyar kirin ku divê dewlet û îktîdar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê gavan biavêje. 
 
HÊJ JÎ CENAZE NEHATINE TESLÎMKIRIN 
 
Malbata Erkol, ji salên 1980'î heta niha di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih digire. Mercan Erkol (Bêrîtan Tolhildan) di sala 2007’an de û Sercan Erkol (Şoreş Zewkî) jî di sala 2013’an de tev li HPG'ê bû. Mercan Erkol, di 16’ê Cotmeha 2017’an de li navçeya Pasûrê ya Amedê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Agahiyên nasnameyê jî di 17’ê Adara 2019’an de hatin aşkerakirin. Lê belê heta niha jî cenaze radestî malbatê nehatiye kirin. Bi hinceta “ewraqên kêm” cenaze nadin malbatê. Serkan Erkol jî di 11’ê Mijdara 2023’yan de li Herêma Serhedê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî jî hêj nehatiye teslîmkirin. 
 
PIŞTGIRÎ DA ÇARESERIYÊ
 
Bav Hesin Erkol ku di şer de her du zarokên xwe winda kiriye û cenazeyên wan negirtiye, diyar kir ku bi banga Abdullah Ocalan re hêviya wan mezin bûye û ev tişt anî ziman: “Em gelek bi kelecan bûn. Em ji Rêbertiya xwe bawerin. Lê belê hinek welatiyên me pêvajoyê baş naxwînin. Dibêjin ‘Dê PKK çawa çekan berde? Heke çekan berde dê tu wateya vê têkoşînê bimîne?’ Ev tê wê wateyê ku pêvajoyê baş naxwînin û fam nakin. Banga Rêbertiyê li hemû cîhanê deng veda. Ji bo gelan bû hêvî. Ev bang dê rê li ber rijandina xwînê bigire. Ji bo aştiyê divê her kes heta dawiyê piştgiriyê bide Abdullah Ocalan.” 
 
'DIVÊ RÊBERTÎ AZAD BIBE’
 
Erkol, anî ziman ku berdana çekan ji bo hemû aliyan dê baş bibe û wiha pê de çû: “Lê belê Tirkiyeyê di vê mijarê de tu gav neavêt. PKK’ê banga Rêbertiyê qebûl kir û got ku amade ye. Ji wê rojê heta niha dewletê tu gav neavêtiy. Lê dîsa jî hêviya me heye. Divê bi destê Rêbertiyê bigirin û gavan biavêjin. Divê Tirkiye bi destê Rêbertiyê bigire. Ji bo vê jî divê gavên şênber biavêje. Divê Rêbertî di demeke nêz de bê bedan. Bi azadiya Rêbertiyê re dê li Tirkiyeyê pirsgirêk çareser bibe. Rêbertî her tim bi aştî û azadiyê re ye.” 
 
Erkol, got ku gelê Kurd ji bo çareseriyê li bendê ye dewlet gavan biavêje û wiha bi dawî kir: “Divê her kes cidî nêzî gotinên Rêbertiyê bibe. Banga me ji bo dewletê ew e ku çareseriyê peyda bike. Bila ev welat êdî ji rijandina xwînê û şer xelas bibe. Divê êdî mafên Kurdan bên qebûlkirin.” 
 
MA / Rûken Polat - Mazlum Engîndenîz