MÛŞ - Hevserokê DBP’a Mûşê parêzer Umut Yilmaz diyar kir ku divê “înfaza taybet û rejîma tecrîdê” ya li Îmraliyê bi dawî bibe û got ku ji bo çareseriyê berpirsyartî dikeve ser milê her kesî.
Yek ji rojevên sereke ya welat, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Heta niha jî dewlet û îktîdarê ji bo çareserî û demokratîkbûnê tu gav neavêtine. Li hêla din gelek derdor banga “Mafê hêviyê” ya Abdullah Ocalan dikin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mûşê parêzer Umut Yilmaz têkildarî banga Ocalan û nîqaşên ser “Mafê hêviyê” axivî.
'DIVÊ REJÎMA TECRÎDÊ BIGUHERE’
Yilmaz, diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de têkildarî “Mafê hêviyê” biryara “binpêkirinê” daye û wiha got: “Biryar ne li gorî şexsan e, biryarên rêgezî ne. Tecrîda li ser birêz Ocalan di esasê xwe de rejîma înfazê ya taybet e. Bi serê xwe gelek binpêkirinên mafan di xwe de dihewîne. Nabe ku rejîmeke înfazê ya ji bo şexsan taybet hebe û bikeve meriyetê. Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re bi temamî hatiye astengkirin. Bi dehan caran ev binpêkirinên mafan hatin nivîsandin û raporkirin. Lê bicih ne anîn. Ji ber ku mesele meseleyeke siyasî ye.”
Yilmaz, bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên têkildarî “Mafê hêviyê” û wiha pê de çû: “Ji mafê hêviyê zêdetir divê em li ser banga 27’ê Sibatê bisekinin. Meseleya berdana çekan, kongre û pêvajoya ber bi kongreyê ve ye. Divê ev pêvajo tevek bi agahdariya Ocalan bibe. Ji bo vê jî divê înfaza taybet û rejîma tecrîdê ya li Girava Îmraliyê biguhere. Ji bo berdana çekan divê bi partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin bên kirin. Lewma divê bi derve re pêwendî hebin.”
‘PÊDIVÎ BI DESTÛREKE BINGEHÎN A NÛ HEYE’
Yilmaz, got ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê qanûn bên derxistin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo birêz Ocalan bikare pêvajoyê birêve bibe, divê gavên qanûnî bên avêtin. PKK, birêz Ocalan weke sermuzakerevan pênase dike. Lewma ne tenê mafê hêviyê, divê qanûnên hêj berfirehtir bînin Meclisê û bên nirxandin. Destûra bingehîn a Tirkiyeyê destûra derbeyê ye. Nabe ku ev pêvajo û nîqaş bi vê destûra bingehîn bên domandin. Lewma divê lihevkirineke civakî hebe. Hewceye pêvajoyeke ku tevahiya muxalefetê qaneh bûyî were meşandin. Divê ev pêvajo tenê li ser milê gelê Kurd nebe. Divê hemû derdorên li Tirkiyeyê piştgiriyê bidin. Ji bo destûra bingehîn û qanûnan peywirekî mezin dikeve ser milê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê. Hiqûqnas, bi planeke xebatê ya hevpar dikarin amadekariya destûreke bingehîn a nû bikin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka her kesî ye.”