CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel kampanyaya îmzeyan a li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dane destpêkirin, li Trabzonê ragihand. 

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Cejna Remezanê li Trabzonê pêwşazî kir. Ozel ku şevê din li Trabzonê bû, nimêja cejnê li bajarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li Taxa Cevîzlî ya Akçaabatê kir. Piştî nimêjê jî daxuyanî da û ragihand ku ji bo berdana Îmamoglû li seranserî welêt kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin. 
 
Ozel, got ku wan li Trabzonê kampanyayeke mezin a îmzeyan da destpêkirin û dê kampanyayê bigihînin her kesî. Ozel, got: “Dê îmzeya ewil ya dayika Rûkiyeyê be. Piştre jî dê ji gundên wan ber bi Trabzonê û Tirkiyeyê ve belav bibe.” 
 
Di kampanyaya îmzeyê de îmzeya ewil ji hêla hembajariya Îmamoglû Rûkiye Koroglû ya 96 salî ve hate avêtin. Îmzeya duyemîn jî Ozgur Ozel avêt û piştre jî çû serdana malbata Îmamoglû.