ROJEVA 30’Ê ADARA 2025’AN
- rojane
- 09:00 30/3
Tacettîn Kalgiyê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ku bi sûcê "endamtiya rêxistinê" lê hatibû birin ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Dîlokê ve hat erêkirin û der barê wî de biryara girtinê hat dayîn, li Midûriyeta Polîsan a Sêwregê îşkence lê hat kirin. Parêzerê ku îşkenceyê belge kir jî hat derbkirin.
Bi boneya arîfeya cejnê serdana kesên di têkoşîna azadiyê û pêvajoya pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin.
Bi pêşengiya jinan, xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî komkujiyên li perava Sûriyeyê meşiyan û amaje bi hevgirtinê kirin.
Amedspor ku bû mêvanê Keçîorengucuyê, bi 3 puanan vegeriya.
Bi sed hezaran kes tevlî mitînga li Maltepeyê bûn. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bi pankarta "Em bi hev re Stenbolê biparêzin" tevlî mitîngê bûn.
ÎHD, daxuyand ku jiyana girtiyê nexweş Ûgûr Ok ê berdana wî hat astengkirin di xetereyê de ye û girtiyê nexweş Adnan Oztel jî bi xetereya ku çavên wî kor bibin re rû bi rû ye.
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta Alî Karagoz pirsîn. Karagoz 27’ê Kanûna 1993’yan li navçeya Cizîr a Şirnexê di bin çavan de hate windakirin.
Di çalakiya xizmên windayan de, li aqûbeta Atîlla Osmanoglû û Zeynek Kursepê di binçavan de hatin windakirin hat pirsin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya Cejna Remezanê peyamek parve kirin û gotin: “Bi boneya vê cejnê em hêvî dikin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêk were. Roja ku aştî pêk were ew roj dê bibe cejna herî mezin a Tirkiyeyê.”
Li Îzmîrê li fabrîkeya kîmyasalê teqîn çêbû. Di teqînê de karkerek jiyana xwe ji dest da, 4 karker jî bi giranî birîndar bûn.
Girtî Hayrettîn Adak ê di Girtîgeha Tîpa S a Ewlehiya Bilind a Çarşambayê de, diyar kir ku der barê girtiyên ku di Newrozê de govend gerandine bi îdidya "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Berdana Kadîr Aydemîr ê di Girtîgeha Hejmara 1 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê de girtî, cara 3'yan hat taloqkirin.
Ji rojnmavenaên ku di dema şopandina binçavkirinan de hatin binçavkirin Hayrî Tûnç, diyar kir ku polîs ji bo wan wekî çalakvanan nîşan bidin wêneyên wan kişandine û got: "Ev komplo ye."