Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
- rojane
- 10:02 25/10/2024
Dewleta tirk di tevahiya şevê de bi balafirên şer û SÎHA’yan êrişî herî kêm 10 herêmên Şengalê kir.
Dewleta tirk di tevahiya şevê de bi balafirên şer û SÎHA’yan êrişî herî kêm 10 herêmên Şengalê kir.
Berdevka TJK-E Ayten Kaplanê diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya "Tîrêjên Rojê" ya ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan dane destpêkirin de, wê milyonek name û kartpostalan belav bikin û got ku ew ê li Kolnê jî meşeke mezin li dar bixin.
Ji endamên Şandeya Aqilmendan rojnameger Alî Bayramoglû diyar kir ku nîqaşên niha ji yên di navbera 2013-2015’an de pir cudatir in û ev tişt anî ziman: “Heke Ocalan bikare bi derve re pêwendiyan deyne, dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike.”
Li Wanê welatiyan ji bo çareseriya meseleya kurd îşaret bi Îmraliyê kirin û got: "Ne gotin, em pratîkê dixwazin."
Parêzerê Serhat Temîzerê ku roja biryara berdana wî hat dayin jiyana xwe ji dest da Metîn Adiyaman, diyar kir ku pêvajoyeke ku muwekîlê wî ber bi mirinê ve biriye hatiye şixulandin û got ku berpirsê vê jî dozger û îdareya girtîgehê ye ku tevî biryara berdana wî jî ew bernedane.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan. Di êrişan de zarokek hate qetilkirin û gelek kes birîndar bûn.
Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê hate kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên 24 saetên dawî eşkere kir û got: “Di encama van êrîşan de 2 ji wan zarok 12 welatî şehîd bûn û yek ji wan zarokeke 3 salî, 27 welatî birîndar bûne.”
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana daxuyanî da û got: “Em hemû ji bo ev şer bidawî bibe bi berpirsyariyeke cidî, dîrokî û kûr re rû bi rû ne.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ku got "Tevgera me bi hemû pêkhateyên xwe ve wê li gorî pêvajoya ku Rêber Apo pêş bixe tevbigere” anî ziman ku ji bo vê jî divê şert û mercên tenduristî, ewlekarî û xebatê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên avakirin.
Şaxa ÎHD’a Dîlokê girtina Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran a ji ber şandina pereyan a ji girtiyan re protesto kir.
Yûsûf Karataş ê di sala 1993’yan de bi hincetên siyasî li navçeya Panosê hate girtin, piştî 31 salan hate berdan.
Cenazeyê Mizgîn Acar a hatibû îdiakirin li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê întîhar kiriye û di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da, ligel dirûşma “Şehîd namirin” hate veşartin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser daxuyaniya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Siyaseta demokratîk amade ye, birêz Ocalan amade ye. Gelo dewlet jî ji bo rakirina tecrîdê, avakirina bingeha çareseriya demokratîk a meseleya kurd û avakirina bingeheke hiqûqî û siyasî amade ye? Dor dora kesên ev bang kirin û yên xwedî lê derketin e.”